“Çiqas zext pir be, dê berxwedan bilindtir be”

65

Idrîs Henan

Mihemed Ebdo û Arîn Elî bal kişandin ser cewherê êrişên dagirkeriyê û tekez kirin, ku hemû êrişên li ser çar parçeyên welêt, konsepta şer ya bi armanca qirkirina kurdan e. Her wiha destnîşan kirin, ku dagirkerên Kurdistanê wê nikaribin bi van şêwazên dermirovî vîna wa têk bibin.

“BI TÊGÎNA KEDXWARINÊ XWE MEZIN Û MAYÎNDE DIKE.”

Hevcîgirê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Ebdo, bal kişand ser taybetmendiya êrişên sîstemên serdest û dewleta Tirkî weke mînak bi bîr anî û got: “Hegemonî bi têgîna kedxwarinê, xwe mezin û mayînde dike. Keda civakan diçewisîne û bi rêbazên qirker êrişên tunekirinê dike. Îro êrişên ku li ser Herêmên Parastina Medya, di şexsê Gerîlla de li gelê kurd dike. Ji ber ku bi zendên wan, gelê kurd yê li ber keviyan hatîn qelandîn tê parastin. Ev êrişe naveroka hişmendiyê faşîzma Tirkî diyar dike. Li ku têgîneke demokrasiyê hebe, dijbertiya wê dike. Êrişên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatî Sûriyê vê yekê baş diyar dikin.”

“ÊRIŞ BI ARMANCA PARÇEKIRINÊ PÊK TÊ!”

Ebdo diyar kir ku Îro dagirker hewil didin, ku hêza ku civakê diparêze tûne bike û wiha pêda çû: “Tevî nakokiyên navbera hêzên dagikerên li Kurdistanê, di dijminatiya ji îradeya avaker a gelan re hemfikir in. Lê bi yekîtiya hêza kedkar a parêzvanê azadiyê re, dijminê xwînxwar li her derê derbên giran dixwe. Êrişên hemwext yên li Başûr, Rojava û Bakurê welêt, hewldanek cidî ya kolekirina civakê ye. Mejiyê wan xwe ranagire, ku li cihekî edalet, azadî û wekhevî hebe” .

“ARMANC YEK E”

Ebdo êrişên dagirkeriyê û dûvikên wan li hemû devaran weke yek konseptê pênase dike û wiha dibêje: “Provakasyonên li Qamişlo, êrişên li ser Eyn Îsa, Şehba û Herêmên Parastina Medya di çarçoveya heman projeyê de ne. Hewl didin heya Şengalê werin, ku careke din Kurdistanê parçe bikin û dixwazin têkçuyîna xwe ya di şexsê çeteyên DAIŞ de, telafî bikin. Di heman demê de bizaveke qirker a têkbirina destkeftiyên Kurdan li her derê ye.”

“ÊRIŞ LI SER HEMÛ KURDAN E”

Endama Meclîsa Kantona Efrînê Arîn Elî jî, êriş şermezar kirin û wiha got: “Êrişên li ser qadên Gerîlla, di cewherê xwe de, êrişa li ser hemû Kurdan e. Lewra jî berxwedan para her Kurdekî ye. Çi bûyerên li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatî Kurdistanê biqewimin, bi destê hemû hezên dagirker e. Hewldanek têkbirina vîna azadî, demokrasî û jiyana hevbeş e”.

“QUTKIRINA AVÊ SÛC E”

Arîn qutkirina ava Firatê jî bi bîr xist û bal kşîne li ser kiryarên ku bi hemahengiya hêzên dagirker û wiha got: “Li gorî hiqûqa navneteweyî qutkirina ava Firatê sûcek li dijî jiyana mirovan e. Ti mafekî faşîzma Tirkî nîne, ku para Sûriyê ji ava Firatê qut bike. Îro ev kiryar li ber çavên hemû dunya, sazî û dezgehên pêwendîdar pêk tê. Bêdengiya wan jî şirîkatiya hewldanên qirker ên faşîzma Tirkiyê ne.”

“HÛN NIKARIN VÎNA ME TÊK BIBIN”

Endama Meclîsa Kantona Efrînê Arîn Elî, di dawiya gotinên xwe de îşaret bi siyaseta faşîst a dewleta Tirkî kir û got: “Ji şidandina tecrîda li ser Rêbertiyê bigire û heya zextên li zîndanan; êrişên li Başûr, Bakur û Rojava, hemû jî bi mebesta qirkirina gelê azadîxwaz e. Em weke şêniyên Efrînê ji dagikerên Kurdistanê re dibêjin; ‘hûn nikarin bi van kiryarên xwe vîna me bişkînin. Çiqas zext pir be, ewqas asta berxwedana me jî dê bilindtir be.”