Amedekariyên Bernameya Ezmûnên Refa 9 Û 12

64

Darîn Silê/Qamişlo

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê, bernameya ezmûnên dawiya salê, yên refa 9 û 12an amade kir. Derbarê mijarê de hevseroka Desteya Perwerdê Rohat Xelîl diyar kir ku li gorî asta xwendekaran pirsên ezmûnê hatîne amadekirin.

Cara yekê ye li herêma cizîrê ezmûnên refa 12an tê amadekirin. Herwiha Desteya Perwerdê û Fêrkirinê di sala xwendinê ya 2020-2021an de materyalên refa 12an, bi her du beşên wê yên zanistî û wêjeyî guhertin. Ji bo her pêkhateyek jî, bi zimanê dayikê ezmûn hatîne amadekirin.

Rohat Xelîl da zanîn ku ji bo pêşkêşkirina azmûnan, wan 25 dibistan diyar kirine û got; “Dibistanên me jib o ezmûnê diyarkirin; “li bajarê Qamişlo, Girkê Legê, Dirbêsiyê û Hesekê ne. Hejmara xwendekarên me li herêma Cizîrê yên refa 9an heft hezar, yên refa 12an jî çar hezar in.  Ji bo çûnûhatina ezmûnê jî; emê erebe ji bo xwandekarên gunda diyar bikin, lê teklîfe wê li ser malbatan be. Divê xwendekarên li gundan zû derkevin, da ku li wan nebe dereng û di saeta ezmûnê de her kes hazir be”.

Rohat demê ezmûnên herdu refan bibîr anîn û wiha axaftina xwe berdewam kir; “Ezmûnên refa 9an wê di 7`ê Hezîranê de dest pê bikin û di 24`ê Hezîranê de wê bi dawî bibin. Ji bo refa 12’an jî beşa zanistî wê ezmûn di 6`ê Hezîranê dest pê bikin û di 27`ê Hezîranê de wê bi dawî bibin; beşa wêjeyî jî wê di 6`ê Hezîranê de dest pê bikin û di 23`yê Hezîranê de bi dawî bibin”.

 

“TEVÎ BELAVBÛNA KORONA ME DEMSALA XWENDINÊ BI DAWÎ KIR”

Rohat anî ziman ku xwendina îsal ji ya sala çûyî baştir bû û got; “Tevî belavbûna korona me demsala xwendinê bi dawî kir. Dema dawî, ji ber qedexeya giştî, çend wane nehatin bi dawîkirin. Lê ji bo ku bêmafî li xwendekaran neyê kirin, me navendên perwerdê vekirin e. Li van navendan hem waneyên nehatîn dayîn, hem ji tiştê nehatiye fêmkirin wê ji xwendekaran re werin dubarekirin. jixwe pirsên ezmûnê yên ku me hilbijartine, ne zehmet ne jî hêsan in. Me li gorî asta xwendekaran amade kirine.”

Ruhat ji bo parastina xwendekaran ji nexweşiya korona (Covid-19), wiha axifî; “Me li her dibistanekê du mamoste berpirsên tenduristiyê erkedar kirin e. Emê tedbîrên pir cidî bigrin, wê her xwandekarek masik û lepika bikar bîne. Di refan de jî, wê dûrbûn di nava xwendekaran de hebe, her xwendekarek wê di maseyekê de cih bigre.”

Rohat da xuyakirin ku wan ji destpêka salê de, 3 komîte ji bo amedekariyên ezmûnê ava kirine û wiha pê da çû; “karê her sê komîteyên me cuda ye; Komîteya yekê ji bo amadekirina pirsan e, ev komîte hemû nimûneyên pirsan ji herêman werdigirin û di dawiyê de nimûneyeke baş di hildibijarin, ya duduyan ji bo diyarkirina navendên ezmûnan e, ya sisiyan jî ji bo amadekirina bawernameyên xwendekaran ne.”

Girêdayî pileyên xwendekaran Rohat destnîşan kir ku sîstema wan li ser nirxandina xwendekaran di dirêjahiya salê de ye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo refa 9`an 50 pile li gorî asta xwendevan di dibistanê de tê esasgirtin û 50 pileyên din jî li gorî ezmûna dawiya salê ye. Ji bo pileyên refa 12’an jî ezmûna dawiya salê tê esasgirtin”.