“40 sale tecrûbeya dewleta tirkî ya binkeftinê heye”

90

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Endam û rêveberê Nivîsgeha Rêxistinî ya MSD`ê Ammar Mûsa, têkildarî armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê ji rojnameya me re nirxandinên xwe kir.

“NAVA DU SALAN DE DİXWAZE DAGİRKERİYA XWE BERFİREH BİKE”

Ammar destnîşan kir ku dewleta Tirkî hebûna xwe li ser dagirkirina gelan û Kurdistanê dide avakirin, teybet jî wek nexweşiyekê di tûnekirina kurdan de hebûna dibîne. Herwiha teqez kir, ku PKK berîya 40 sali ji bo pêşî girtina qirkirina gelê Kurd xwe rêxistin kiriye û êrişên hovane yên faşîzma Tirkî nikare pêşî li tekoşîna azadîya kurdan bigre.

Îmad Mûsa peymana Lozanê bi bîr anî û wiha berdewamî da gotinên xwe: “Em nêzî peymana Lozanê ya 1923`an ku dewleta Tirkî  divê peymanê de îda dike ku xaka wê jê hatiye standin. Ji ber wê jî, di nava du salan de dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike. Da ku di sedsaliya Lozanê de, rewşeke nû ferz bike. Ji ber wê jî destwerdana Lîbya, Tûnis, aloziya Sûrî, Iraq, Yewnanistan, Qubris û heta rojhilata deryaya Spî êrişên xwe berfireh dike.”

“40 SALA TECRÛBEYA DEWLETA TİRKÎ YA BİNKEFTİNÊ HEYE”      

Îmad got ku dewleta Tirkî ji ber êrişên xwe yên her deverî ji alîyê aborî û siyaseta xwe de bi qeyrana hilweşandina xwe ve birûbrû ye. Herwiha da nişandan, ku bi êrişîn xwe yên hovane li ser gerîlayên azadiyê, dixwaze qeyrana xwe ya hundirîn biveşêre û wiha berdawam kir: “Dijminê faşîst çiqas êriş jî bike, dizane ku hêzên gerîla tu carî paşde nakevin û têk naçin. Ji ber ku 40 sala tecrûbeya binkeftina dewleta Tirkî, li hember gerîlayê azadiyê heye”

“DÎROK WÊ HESABÊ Jİ WAN BİXWAZE”

Mûsa yêkitiya netewî teqez kir û wiha pêde çû: “Divê berjewendiyên partiyan û eşîran werin paşguhkirin û divê her tim berjewendiyên gele Kurdistanê bê esas girtin. Gelê Kurd di dîrokê de bi qehrematiya xwe tê naskirin û ji ber wê jî, her tim di aliyê leşkerî de bi ser dikeve. Lê di aliyê siyaseta xwe ya hundirî de winda dike. Ji ber ku hin alî hebûn, bi ajindeyên xwe yên partî, eşîrtî, malbatî û herêmkî ve girêdayî bûn. Mixabin van kesîma hebûna xwe bi kêleka dagirkeran ve didîtin. Wê kesîmê, ti car nûnertiya gelê Kurd nekiriye û nakin. Lewra dîrok jî wê hesabê ji wan bixwaze.”

Di dawiyê de Endamê Nivîsgeha Rêxistinî ya MSD`ê Îmad Mûsa ev tişt anî ziman:”Her tim di nava gelan de beşek heye ku hebûna xwe bi dagirker û dijminê gele xwe ve dibîne. Ev xalek sereke bû, ku gelê Kurd di nava sed salên dawî de mafên xwe misoger nekir. Qehremantiya hêzên gerîla, xeta yekemîn ya parastina nirx û destkefiyên gelê Kurd e. Divê em li her çar parçeyên Kurdistanê, serkeftinê misoger bikin. ji bo wê jî divê gelê Kurd, çi li hundir û çi li derveyî welêt rola xwe pêk bîne û partiyên siyasî jî berjewendiyên teng bidin aliyekê û berjewendiya gelê Kurd esas bigrin. Ev ji bo me derfeteke dîrokî ye û di sedsala bê de armancên gelê Kurd dê pêk werin.”