Demsala Xwendinê ya 2020-2021`ê bi dawî bû

134

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Li Rojavayê Kurdistanê demsala xwendinê ya 2020-2021`ê bi dawî bû. Herwiha Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser ya rojavayê Kurdistanê, ragihand ku wan dawî li sala xwendinê ya 2020-2021`ê anî.

Îro seat 10an dibistana Colan ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo, li tevayiya xwendekar û şagirtên xwe bawername belav kirin.

Di belavkirina bawernameyan de mamosteyan serkeftin ji hemû xwendekaran re xwestin û gotin; Hêviya me ew e ku di salên pêş de xwendekar kêmasîyên xwe derbas bikin.