Welatiyên Qamişlo: Divê hikumeta Başûr rê li ber êrişan bigire

65

Navenda nûçeyan/Qamişlo 

Têkildarî berxwedana gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê, welatên bajarê Qamişlo diyar kirin ku ev êriş ne li dijî hêzekê yan partiyekê ye, ev êriş li dijî gelê Kurd e. Herwiha bang li hikumeta Îraq û Başûr kirin ku, divê helwesta xwe li dijî van êrişan zelal bikin.

Dewleta Tirkî ya dagîrker ji 23’yê Nîsana 2021’ê li dijî herêmên parastina medyayê, êrişek daye destpêkirin. Armanc jê ewe ku hebûn û azadiya gelê Kurd qir bike û herêmên wan dagîr bike. Di êrişan de dewleta Tirkî çekên herî giran yên kîmyayî ku di qanûna navneteweyî de qedexeye, bikar tîne.

“HEWLESTA HIKUMETA BAŞÛR NE DIYARE” 

Li ser vê mijarê rojnameya me nerînên welatiyên bajarê Qamişlo girt. Welatiya bi navê Emîra Hiso êrişên dewleta Tirkî şermezar kir û wiha got; “Ev şerê ku niha li Zap, Metîna, Avaşîn û Heftanînê tê meşandin, armanc jê dagîrkirina herçar perceyê Kurdistanê ye. Dewleta Tirkî ya dagîrker dixweze bi êrişên xwe yên hovane û desthiladar, gelê Kurd qir bike, lê em di wê baweriyê dene ku wê planên wê têk biçe. Çimkî xwediyên vê xakê em in.”

Li ser helwesta hikumeta Başûr jî Emîra destnîşan kir ku, bêdengiya Başûr li dijî van êrişan cihê mixabiniyê ye û wiha pêde çû: “Heta niha hikumeta Başûr li dijî van êrişan helwesta xwe diyar nekiriye, caran jî xuya dike ku ew piştgiriya vê dagîrkeriyê dike. Cîhan tev zanin ku dijminê gelê Kurd yê berî hezarê sala dewleta Tirkî ye. Em bang li dewletên navneteweyî dikin ku rê li ber vê qirkirinê bigire. Banga me ya herî girîng ji gelê me re ye ku, ji bo têkbirina planên qirêj, têkoşîna xwe xurtir bikin û li xweîna şehîdên xwe xwedî derkevin.”

“PÊWÎSTÎ BI YEKÎTIYA GELÊ HERÊMÊ HEYE”

Herwiha welatiyê bi navê Ezîz Umer jî diyar kir ku planên êrişan bi piştgiriya dewletên NATO tê kirin û got; “Di rerwşeke wiha de pêwîste em gelê herêmê çi Ereb, Suryan, Asurî û Kurd yekîtî xwe ava bikin û li hember êrişan helwesta bikin yek. Ji ber ku dewleta Tirkî dixwaze yekîtiya ku li herêmê hatiye avakirin jî têk bibe.”

Ezîz Umer axaftina xwe wiha bidawî kir: “Emê heta dawiyê li piştgirê gerîlayên xwe yên ku bi bi lehengiya xwe, dîroka tekoşîna li hember dagîrkeran dinivisînin. Em di wê baweriyê dene ku, wê hêza me planên dagîrkeran têk bibe. Wê serkeftin ya gelê Kurd be, lewra ew xwediyê mafin.”