“Qutkirina avê karîsete, bêdeng nemînin”

60

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ji destpêka Sibata 2021an dewleta Tirkî ya dagîrker, xelkê Sûrî ji ava Firatê bêpar hiştiye. Bi taybetî di çend rojên dawî de weke ku di wêneyan de jî hat diyar kirin, rêjeya ava çemê Firatê li bakur û rojhilatê Sûriyê bi awayekî karesetî kêm bûye û gihaştiye asta herî kêm. Ev yek jî metirsiyekê li cem gel çêdike. Dewleta Tirkî lihevkirinên navneteweyî binpêdike û para Sûrî û Iraqê, ji avê qut dike.

QUTKIRINA AVA FIRATÊ KARÎSETEKE MIROVAYÎ DERDIXE HOLÊ

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê, jimarek mezin ji xelkê bakur û rojhilatê Sûrî li ser rûpelên mediya civakî, pêngavekê “Par Sûrî ji ava Firatê berdin. Bila dewlatên navneteweyî bêdeng nemînin.” Destpêkirine. Li ser vê mijarê ji rojnemevan rapor û dosiyên berfireh, ev sûc û bêdengiya dewletên navneteweyî, şermezar kirin.

Rêvberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê berî demekê hişyarî da ku, karîseteke mirovayî derdikeve holê û tenduristî, çandinî û elktirîk jî digre nav xwe. Ji ber qutkirina ava çem, gemar li deverê kom dibe, ev yek jî karîseteke xwezayî ye.

Desteya Eliktirîkê ya herêma Cizîrê û Firat ragihand ku ji ber qutkirina avê, di rojê de 8 seatan wê eliktirîk hebe. Rêvberiya Bendavan ya bakur û rojhilatê Sûriyê, dewletên navneteweyî vexwendin ku li hember van kiriyaran bêdeng nemînin û divê navenda avê ya Elok ji destê dewlat Tirkî derxînin.

Eger rewş wiha bimîne wê xelkê Sûrî bigiştî bê ava bimîne. Herwiha wê zerareke mezin bigihêje çandiniya herêmê jî.

 “WÊ HETA KENGÎ REWŞ WIHA BE”

Li ser vê mijarê rojnameya me nerîna mamoste Lînda Elî girt. Lîna diyar ku ew ji qutkirina avê zehmetiyan dikşînin û wiha got; “Ev demeke dirêje em ji ava Elok qut bûne. Berî 6 rojan nîv seatê av hat, lê ji ber kêmbûna wê, ti kesî pêre negihişt ku qazanên malê dagirin.”

Lîna Elî li ser hatina sehrîcên avê axaftina xwe bidawî kir: “Ji bilî bihabûna dagirtina ava sehrîca, her du hefteyan carekê tê. Em ti sûdê jî jê nagirin, çimkî ava wan gemare. Raste bîr li bajarê me hene, lê ji ber tinebûna eletrîkê, xelkê wê sûdê ji nagirin û ava gelek bîran jî, tehle. Ma wê heta kengî rewş wiha be, em bang li dewletên navneteweyî dikin ku bêdeng nemînin.”