Pêngav li dijî çeteyên DAIŞ`ê berdewam me

46

Darîn SILÊ/Qamişlo

Gava yekê ya Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ya bakur û rojhilatê Sûriyê 28`ê Adarê dest pê kiribû û şeş rojan dewam kir, serkeftî derbas bû. Li ser vê operasiyonê berdevkê giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El Hesen diyar kir ku, pêngava xwe ya kampa Holê serkeftî bi dawî kir.

Li Rojava kampa Holê yek ji kampên herî mezin û bi xetere. Çimkî jimareke mazin ji malbat, rêveber û serkêşên çeteyên DAIŞê lê dijîn. Hata niha jî ev xeterî dewam dike. Ji despêka vê salê zêdetirî 47 kesên ku di hundirê kampê li dijî çeteyan dixebitin, li ser destên malbatên çeteyan, hatin kuştin.

“DIVÊ ÇETEYÊN DAIŞ`Ê LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER WERIN DADGEHKIRIN”

Berdevkê giştê yê Hêzên Ewlekariya Hundirên ya bakur û rojhilatê Sûriyê Elî El Hesen li ser rewşa kampa Holê û operasiyona xwe wiha axivî; “Opersyona Mirovî û Eewlehiyê ya Kampa Holê, bi piştgirya YPJ, YPG û QSD destpêkir û bi awayekî pir serkeftî bidawî bû. Di vê opersyonê de zêdetirî 5000 hêzên me tevlî bûn. Di pêngavê de 125 çeteyên DAIŞê hatin girtin. Di nav wan de jî nêzî 20 kesên rêveber hebûn. Herwiha hêzên me du zilamên ku destên wan di kuştina xelkê Îraqê de yên li kampê hatin kuştin, hebûn.”

Elî ELHesen diyar kir ku piştî pêngava yekê bi dawî bû, wan dest bi lêpirsînê bi girtiyan re kir û wiha pê da çû: “Di ancama lêpirsînê de me 27 kesên din ji çeteyan girt. Heta niha jî lêpirsîn dewam dike. Herwiha van çeteyan ne li hundirê kampê, li derve jî sûc û karên qiirêj yên li dijî mirovahiyê kirine. Sûcên ku çeteyên DAIŞ`ê li kampê kirîn, di lêpirsînê de îtîraf dikin.”

“HÊZÊN ME DI HEMÛ PÊNGAVA DE BI HEV RE BIDIN ALÎKAR”

Elî destnîşan kir ku, hebûna çeteyan li ser vê xakê xetere, ji ber wê Rêveberiya Xweser bang li dewletên navneteweyî kir ku her dewletek welatiyên xwe bibe welatê xwe. Herwiha Elî got; ji ber ev çete sûc li ser vê xakê kirine û xelkê wê koçber kirin. Divê ew li herêmên Rêveberiya Xweser werin dadgehkirin piştre wan radestî welatên wan bikin.

Elî El Hesen anî ziman ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî jî bi wan re alîkarin û got; “Hêza Koalîsypnê û hêzên Sûriya Demokratîk, her demê piştgiriyê dide hêzên Ewlekariya Hundirîn û di pêngavên dijî çeteyan, bi me re dibin alîkar.”