Nêzîbûna cejna remezanê û bihabûn

58

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Ber bi nêzîbûna cejna remezanê, welatî berî xwe didin sûkê û pîwîstiyên cejnê dikirin. Lê ji ber qeyrana aborî, welatî nikarin weke her sal pêdiviyên xwe pêk bînin û li ser vê şêneyên qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

ZAROK TINEBÛNÊ NIZANIN”

Şêneya bi navê Kewser Nayif li ser bihayên pîwîstiyên cejnê got: ” Weke tê zanîn ku ji pêvîstiyên cejna remezanê kirîna şekeran û cilên nû ye. Lê gelek welatî ji ber xizaniyê nikarin pêdeviyên cejnê bikirin. Lewre êdî her tişt li gor bilindbûna dolar giran bû. Lê dema ku dolar daket jî nirxê het tiştî wek xwe ma û bi eynê bihayê pêdivî têne firotin. Em pir zehmetiyê dikêşînin, lê zarok tinebûnê nizanin. çav li cilê zarokên din dikevin û mîna wan dixwazin, em jî nikarin dilê zarokên xwe bihêlin û neçarî kirînê dimînin. Reş çiqas asteng jî be, em hevil didin ku kêfekê bixin dilên wan zarokan.”

Kewser hêviyên xwe diyar kir ku danîna sensor ji bo kontirolkirina nirxên hebe ku gel bikaribe cejina xwe wek her sal pîroz bike.

“BIRYARA QEDEXÊ TÊ BIN PÊ KIRIN”

Li ser heman mijarê welatiya bajarê Qamişlo, Meryem Hesen wiha got: “Raste ku ji pêwîstiyên cejnê kirîna cilên nû ye, lê îsal ji ber bihabûna bê sînor, me cil tenê ji zarokên piçûk re karî bikirin. Herwiha me ne şekir, ne jî şêranayî kirî. Lê dîsa jî rûxmê vê bihabûnê û bi biryara qedexeya beşî jî, gel bi jimarên mezin kolanên sûkê tijî dikin. Di nêrîna min de ev qedexe bê sûd e. Ji ber ku piştî seat 7ê êvarê bazêr tê girtin û gel neçarin ku li pêwîstiyên cejnê ji sibehê ta seata qedexeyê peydabikin û bi van kombûnên mezin korona hê zêdetir belav dibe.”

“YÊN WEKE ME PENABER NIKARIN KEYF BIKIN”

Şahîn Xelîl, penaberê bajarê Efrînê jî got: “Yên weke me penaber nikarin keyf bikin. Ev sê sal in, ez li Qamişlo dijîm û malbateke mezin di perpirsyariya min de ye. Piştî dagîrkirina Efrînê ez hema dikarim pîwîstiyên girîng peyda bikin. Wek kirya malê, dermanên zarokên min, xwarin û vexwarin. Sê salin me cejna remezanê pîroz ne kiriye. Tenê ez hêviya vegera li ser axa xwe dikim da ku kêf bibe mafê me jî.”