Mizgîn dengê azadiyê

63

Hediya HISÊN/Qamişlo

Şehîd Mizgîn xwediya dengê xweş, bi stranên xwe yên şoreşgerî hezkirina xwe di nava dilê her Kurdekî li cîhanê çand. Ji bo azadiya gelan û mirovahiyê bi salan têkoşîn kir. Rûxmê ku ev 29 sal ser şehadeta hunermend Mizgîn (Xurbet Idon) derbas dibe, lê hîn dengê wê mala her kurdekî di xemîlîne û qadên şoreşê zîndî dike.

Heval Mizgîn yek ji jinên şoreşger ku ji têkoşîn û hunera xwe mîraseke Kurdistanî şoreşgerî afirand. Sala 1962 li gundê Bîlaysar yê girêdayî bajarê Batmanê di malbateke welatparêz de Mizgîn(Xurbet Idon) ji dayîk bûye. Di riya heval Mahsum Korkmaz (Egîd) re partî naskir. Sala 1980 Şehîd Mizgîn û komek ji hevalên xwe li Batmanê tevlî refên gerîla bûn. Piştî tevlî partiyê bû, berê xwe da Libnanê ku perwerda Rêber Apo re derbaz bibe. Dema ku perwerde xilas bû rêber Apo ew ji bo pêşxistina hunera Kurdî ew sand Ewropa. Li wir tevlî çalakiyên “Huner Kom” bû û bi navê ‘Hunermenda Dengxweş’  li Ewropa hat naskirin. Heval Mizgîn li kêleka çalakiyên hunerî, tevlî çalakiyên rêxistinî jî dibû. Herwiha rêvberiya Konfirasa Tevgera Jin ya Ewropa jî dikir.

Herwiha Şehît Mizgîn yek ji kesên ku koma Berxwedan dameziran ye. Lê Mizgîn ne tine hûnermend bû. Şoreşgereke ku xwe ji aliyê fikir, rêxistinî û piratîkî de jî xwe li pêş dixist. Bi hunera xwe rihê berxwedanê û tekoşînê di gelê kurd de pêş xist. Stranên wê yên şoreşgerî  êşa gelê Kurd da pênasekirin û rihê jina Kurd ya azad û şoreşger afirand.

Sala 1990a Mizgîn dîsa berê xwe da çiyayê Kurdistanê. Li çiya bû fermandara herêma Xerzan. Sala 1992 berê xwe da Tatwan a bajarê Bitlîs ku li bakurê Kurdistanê. Di detekê wê de çek û di destekê de jî tembûra wê hebû. Di 11ê Gulana 1992 li wir şehîd bû. Gelek stranên şoreşgerî û folklorî bi kurdî û tirkî gotin.

JI TINEBÛNÊ MIROV TÊ HEBÛNÊ”

Endamê koma Botan, Begîn Botan ku derdora 10 heyvan bi heval Mizgîn re jiyan kiriye ji me re axivî û got ku dema heval Mizgîn derbasî Qamişlo bû xebateke mezin kir. Di wê demê de jin wek pêşeng ne dihat qebûlkirin di civakê de. Milet digot, ‘ka wê jin civkekê çawa birêve bibe.’ Lê bi rojûşev xebatdikir. Diçû cem malbatan da ku dîroka kurda pê bide naskirin û ka çima dijmin dixwaze wan tine bike pê bide fêmkirin.

Bengîn li ser berxwedana ku Mizgîn li Qamişlo kirî axivî û anî ziman ku Mizgîn jineke bi vîn û israr bû û wiha pêda çû: “Bi zanebûn û bi danûstandinê hezkirina xwe di dilê her kesî de bi cih dikir. Roleke heval Mizgîn di kome Botan de jî heye, gelek hêz da hevalên xwe û her tim ji wan re digot ‘ji tinebûnê mirov hebûnê diafirîne.’  Gelek malbat di riya heval mizgîn re rêxistin naskirin û tevlî partiyê bûn. Daxwaza wê tenê çoyîna çiyê bû û ev daxwaze pêk hat.”

Mizgîn wek dengê kurdî yê resen, jina azad, şoreşger û aştî xwaz ket dîroka kurdan. Herwiha pêşenga azadî û şoreşgeriyê ye. Ji gelek hunermendên kurd re bû mînakek û gelek kes bûn şopdarên wê. Ji bo wê ti carî nayê jibîrkirin.