Komîteya Aborî ya Jinan hilberînên projeyên xwe daxistin sûkan

51

Komîteya Aborî ya Jinan ya herêma Dêrikê hilberînên projeyên çandiniyê daxistin nava sûkan. Li aliyekî din berpirsa projeyê diyar kir ku pêkanîna mîna van projeyan wê pêwîstiya herêmê ya sebzeyên havînê pêk bîne.

Komîteya Aborî ya Jinan ya herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo, di demeke kin de gelek destkeftî bi dest xistin û projeyên xwe firehtir kirin ku gelek jin tê de dixebitin. Di vê dawiyê de hilberînên projeyên çandiniyê daxistin nava sûkan.

Komîteyê 7 hektar pîvaz, 12 hektar sîr, 3 hektar bezalya, 2 hektar baqil, 5 hektar petat li gundê Kendal û Mele Merzê yên herêma Dêrikê çandin.

Berî 8 mehan komîteyê dest bi projeyeke çandiniyê kir ku sebzeyên havîn û zivistanê biçîne. Ji bo wê 50 hektar bi cureyên cuda mîna baqil, bezalya, pîvaz û sîr çandin. Herwiha petat jî çandin ku cara yekê ye li herêmê tên çandin.

Komîteyî di mehekê de dest bi çinîna hilberînên bezalya, baqil û xesan kir û daxistin nava sûka Dêrikê.

Miqdarê hilberîna bezalya mehane 18 ton û xes gihîşt 4 tonan. Heke pêwîstiya sûkên Dêrikê bi temamî hat dabînkirin, hilberîna zêde wê bişînin bajarên din.

Karker ku piraniya wan jin in bezalya, baqil û xes ji saetên sibehê ve û heta êvarê diçinin. Destheqê her yekê li gorî saetên kar di navbera 4 hezar û 5 hezar lîreyên Sûriyê de ye. Di projeyê de 100 karkerên jin kar dikin.

Berpirsa projeyê Wedha Mihemed got, “Armanca sereke ya projeyê, peydakirina derfetên kar, pêkanîna rêgeza xwexwedîkirinê û zêdekirina hilberîna xwecihî ya herêmê ye. Herwiha em dixwazin keysbaziya bazirganan bişkînin li gel pêla bihabûnê ya li herêmê û pêwîstiya herêmê ya sebzeyên havîn û zivistanê peyda bikin.”

ANHA