Jinê ji tinebûnê hebûnek nû afirand

79

Jiyan BOZO/Qamişlo

Ji bo em analîzeke rast li ser rewşa jina ku li Sûrî dijî bidin, divê em dîrokê baş analîz bikin. Çimkî heqîqeta kû em lê digerin di nava rûpelê dîrokê de hatiyê wendakirin û li gorî berjewendiyên hêzên serdest biçîmeke nû hatiye dayîn.

HETA KU JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE

Di tevayiya sîstemên heyî de mafê jinê hatiye wendakirin. Lê li Sûrî bi rengekî cûda û pir nerim ev yek dihat kirin. Hikûmet û destûrên ku Sûrî bi rêvebirine tevan, jin ji mafê wê yê biryar dayînê bê parkirine. Rêjeya jinê di perleman de %12 ye, di hikûmetê de%7, di hêla dîblomasî de %11 ye. Her tim rêjeyeke pir kêm dane wê. Jina Sûrî jineke pir jîr û zanaye. Xwedî birîkîmeke îdolojîk e. Di qadin jiyanê tevan xwedî nerîneke kûre. Lê ji sala 1946an heta roja me ya îro, ji piraniya mafê xwe bê par maye. Bi hatina rêjîma Beis ev yek hê zêdetir bû. Rolê ku dan jinê, pir kêm e û her tim jî dibin serdestiya zilam de ye. Tevî ku pir guhertin di destûra Sûrî de hat çêkirin jî, lê mafê jinê ji bo serrokatiyê bibin nemzet tine bû. Çimkî di şertê nemzetiyê de divê namzet zilam be. Ev hişmendi dide dîyarkirin ku hikûmet jinê piçûk û tine dibîne.

Paya bilind ku jinê di nava hikûmeta Sûrî de girtiye cîgrê serokkomar e, ew jî ji hêla çandî ve ye. Herwiha ji tevayiya payên rêveberiyê yên bilind hat mehrûmkirin. Ji destpêka aloziya Sûrî de kiryar li dijî jinan zêdetir bûn, êdî ji maf û biryardayînê tam hate dûrxistin. Ev yek jî bi zanebûn hat kirin. Çimkî tevayiya hêzên serdest yên li cîhanê ji zanist û hêza jinê ditirsin. Ji ber ku dizanin ku jin mafê xwe bi dest bixe, wê desthilata wan hilweşe û civakeke nû wê bi destê jinê pêş bikeve. Ev yek ji sala 2011an ve li bakur û rojhilatê Sûrî misoger bû. Çimkî jinên vê herêmê şoreşeke nû pêşxistin. Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê di her qadê de bi biryardariyeke mizin rol lîstin û mafê xwe yê rewa bi dest xistin. Di berdêla vê yekê de jî bi hezaran şehîd hatin dayîn.

Jinan karêbûn kevneşopiyên heyî tevan bişkînin û civakeke exlaqî û politîk pêş bixin. Rêveberiya Xweserya ku bi pêkhatiya wekhevî avabûye li her qadî biştgireke mezin da jinê. Tevaiyaya sazî û deste bi sîstema hevserokatî hatin avakirin. Tevî êrîşên ku li ser herêmê û bi taybetî yên ser jinê tên kirin, jina bakûr û rojhilatê Sûrî bi hêza xwe ya leşgerî û siyasî li seranserî cîhanê bû mîneka jina azad. Mirov pir rehet dikare bêje ku janên vê herêmê jiyana xwe li ser bingehekî baş û xurt ava kirine û tevî zor û zehmetiyan jî serî danayîne. Ev yek jî mîrasa keda Rêber Apo ye, ku azadiya jinê kir bingehê şoreşa gelan. bi vê gotina wî jî mirov dikare piştrast bike; ‘heta ku jin azad nebe civak azad nabe.’ Ji bo wê jî jinan ev yek ji xwe re kirin armanc û li ser bingehê neteweya demokratîk û jiyana hevbeş şoreşa xwe li darxistin û biserketin.