Gerîlla Tevgera Azadiya Gelê Kurde

78

Gulîstan Xalid

Dagirkeriya dewleta tirk, herdem dixwaze di rojên taybet de pîlanên xwe yê êrîşên li ser gelê kurd pêk bîne. Ya rastî bi vê yekê rûreşiyên xwe, zilma xwe, rastiya xwe ya faşîst û dagirker bi bîrdixînin û careke din zindî dike. Tenê em qala çend buyên ku tê de hemwextiya êrîşên xwe hildibijêre, bikin. Di 9’ê cotmeha sala 1919 de dagirkeriya dewleta tirk dest bi êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriye kir, ku di encama wê de bajarê Serêkaniyê û Girêspî dagîrkirin. Em dizanin ku 9’ê cotmehê ji bo gelê kurd herdem bûye dîrokeke ku destpêka komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalane û Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha sala 1999 ji Sûriye derketiye.

Em qala buyereke din ya herî nêzîk bikin, êrîşên ku di 24’ê Nîsanê de, li ser herêmên parastina medyayê pêkhatin, ku di salvegeriya qirkirina 106an ya gelê Ermen de bû. Ew jî bi destê dewleta tirkî ya imparatoriya Osmaniyan de di sala 1915 de pêkhatibû.

Di 6’ê Gulana sala 1972’an de, dewleta tirk sê şoreşgerên Tirkiyê; Denîz Gezmiş, Yûsif Aslan û Hûseyîn Înan li girtîgeha sergirtî ya navenda Enqerê bidarve kirin. Di van rojên ku em rastî salvegera komploya 6’ê Gulanê, ya ku di sala 1996’an de dewleta trik  li Şamê li dijî Rêber Abdullah Ocalan, êrîşeke sekvanî pêk anîbû. Gelek buyer hene ku em birêz bikin da ku vê rêbaza dewleta tirk şîrove bikin û dijminatiya wê  ya ji gelê kurd re raxînin ber çavan.

Dewleta tirk dixwaze herdem vê bibîr bixe û ji gelê kurd re jî vê bêje; ‘ma nayê bîra te min di vê dîrokê de çikir, min qirkirina geleke weke Ermen pêk anî bû, min rêberê we Abdullah Ocalan bi hevkariya hin hêzan di Sûriye de tengav kir, min sê şoreşgerên welatê xwe bixwe di vê dîrokê de darvekiribûn.’ Yanî herdem dixwaze gelê kurd bê îrade bike û biçavtirsandinê bitepisîne.

Lê dewleta tirk ya ku nikare faam bike û rast şîrove bike ewe ku, kurd jî ne kurdê berê ne. Gelê kurd xwe guherand, xwe pêş xist, zane û bi rêxistin kir, bi îrade kir; bi hebûn, bi felsefe û bawerî kir. Perdeya faşîzmê û hêrsa desthilatdariyê, cavê dewleta Tirk ya dagirker û mejiyê wê kor kiriye. Nikare vê rastiyê bi zelalî bibîne. Nikare ji derveyî ya ku ew dixwaze û hedef dike, qebûl bike. Li gel ku ev 40 sal zêdetire gelek caran vala derketiye û heya weke ku kurd dibêjin li berxwe nakeve.  Bi qasî ku êrîş dike, derbe li ser derbeyan jî dixwe. Piştî binkeftina xwe ya di oparasyona Garê ( ku despêka binkeftinê ye) de careke din êrîşî gerîllayên tevgera azadiyê dike, da ku binkeftina xwe ya danqurtandiye telafî bike. Lê dîsa jî derbeyan dixwe û ewê hîn jî bixwe.

Ger ev êrîşên dewleta tirk hezar saleke din dewam bike jî, ewê berxwedaniya gerîlla jî berdewam bike û tu carî naqede. Jiber gerîlla tevgera azadiya gelê kurd e, ev têkoşîn bi gerîlla tenê jî mabe wê her bidome û biserkeve.