“Ev hilbijartin sextene”

61

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Îbrahîm Qeftan  diyar kir ku wek gelên Sûrî û Partiya Sûrî ya Paşrojê, baweriya wa bi van hilbijartinan nayê û destnîşan kir ku ev hilbijartine, qanûn û rêgezên navneteweyî, biryarên Cinevê û yên Komîtaya Destûrî tevan bin pê dike.

Hilbijartinên Sûrî her 7 salan carekê tên lidarxistin. Ji sala 2000an de Beşar El-Esed serokkomariya Sûriyê dike. ji bo ku karibe serokatiyê bike, du carî destûra welat hat guhertin. Di pêvajoya Bihara Gelan de li beranberî desthilata rejîmê jî li Sûriyê alozî derketin. Bi milyonan koçber bûn û bi sedhezaran jî, hatin kuştin. Lê tevî vê yekê jî careke din Beşar El-Esed ji bo serok komariyê dibe nazet û bi pişgirîya %40ê desthilata rêjîmê serkeftin axwe îlan dike!

“EV HILBIJARTIN BIRYARÊN NAVNETEWEYÎ BINPÊ DIKE”

Derbarê mijarê, Serokê Partiya Sûrî ya Paşrojê Îbrahîm Qeftan ev nirxandin kirin: “Bê gûman destpêkê em wek gelê Sûrî û Partiya Sûrî ya Paşrojê van hilbijartinan qebûl nakin. Ji ber koçberiya li hûndir û derveyî Sûriyê, ev hilbijartin nûnertiya gelê Sûrî nake. Ev yek me matmayî dihêle, ka bi çimafî rêjîm dixwaze hilbijartina çêke ku niha xaka Sûrî ji hêla dewleta Tirkî û çeteyên wê ve dagîrkirî ye. Herwiha herêmên bakur û rojhilatê Sûrî jî ne dibin desthilata  wan de ye. Ev tê wateya ku zêdetirî %40 ne dibin desthilata rêjîmê de ye. Em dizanin ku heta niha, ew pişta xwe bi Îran û Rûsiya xurt dike. Ev hêz jî, tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin. Ji bo wê em dibêjin ev hilbijartin wê alaziya Sûrî kûrtir bike. Çimkî ev hilbijartin biryarên navneteweyî, bi taybetî biryara navneteweyî ya 2254(amadekirina destûreke nû ku tevayiya gelê Sûrî qebûl bike û hilbijartin wê dibin denetima komîteyeke navneteweyî de bên lidarxistin) ku tê de ragihandina hikûmeteke demkî jî heyî bin pê dike.”

JI BO WÎ DESTÛRA DU CARAN HATA GUHERTIN HATE GUHERTIN “

Îbrahîm Qeftan axaftina xwe bi van gotina domand: “Niha piskirik ne namzetiya Beşar El-Esed e, yan jî kesek din. Em baş dizanin ku, tevayiya pîvan û qanûnên navneteweyî yên derbarî pêşîgirtina aloziya Sûrî, tên bin pê kirin. Eger em li namzetiya Beşar El-Esed vegerin, ji sala 2000an ve serokkomariya Sûrî dike. Ji bo wî destûra du caran hat guhertin. 2012an dîsa ev biryar hat guhertin û li gorî biryarê divê temenê serokkomarekî 40 sal be. Ji ber wê em dibînin ku destûra Sûrî li gorî hikûmetê tê birêve birin, ne li gorî berjewendî û daxwaziyên gele. Ji bo wê ev hilbijartin sexten ye.”

Îbrahîm Qeftan di dawiya axiftina xwe de, di derbarê paşroja bakur û rojhilatê Sûrî de jî wiha got: “Bêgûman pirojeya ku li bakur û rojhilatê Sûrî tê birêvebirin pir baş û ji gelên herêmê re jî bi nirxe. Lê gelek pilan û zextên hêzên dagîrker li ser vê herêmê hene, da ku aramî û hevgirtina herêmê têk bibin. Em di wê baweriyî de ne, çareseriya aloziya Surî tenê bi diyaloga gelên Sûrî û bi platformên Neteweyên Yekbûyî de wê pêk bê.”