“Erdogan di çavên çeteyên DAIŞê de xewna vegerandina dewleta Osmanî dibîne”

234

Beşa 2

Serbest EHMED/Qamişlo

Çeteyên DAIŞê di xizmeta proje û berjewendiyên Dewleta Tirkî de roleke mezin girtibûn. Lê piştî şikestina wa li ser destê QSD û hêzên din yên herêmê, projeyên Tirkiyê ketin xeterê. Li gor çavdêran; ‘Erdogan ji bo berdewami ya projeyên xwe, baragehan li başûrê Kurdistanê ava dike û bi riya komên çete yên girêdayî xwe, DAIŞ nûjen dike.”

LI IRAQÊ BARAGEH Û ÊRIŞÊN TIRKIYÊ, HÊZEKE JI DAIŞÊ RE

Zêdebûna êrişên çeteyên DAIŞ li Iraq û başûrê Kurdistanê rojbiroj zêdetir dibe. Şirovekarê siyasî Edalet Ebdulah diyar kir ku çapemeniya Iraqê, zêdebûna tevgera çeteyên DAIŞê bi rengekî berbiçav vedişêre û wiha axaftina xwe bi rêz kir: “Çeteyên DAIŞê bênavber çalakiyên xwe yên terorîst dewam dike. Herî zêde jî li herêmên naverastê iraqê û sînorên herêma Kurdistanê, çeteyên wa yên veşartî hene. Çeteyan Bi êrişên xwe zirareke mezin hem li hêzên ewlehiyê, hem jî li sîvîlan dike. Ji xwe tê zanîn ku baragehên Tirkiyê li wan herêman jî hene û çavên wê li Musil û Kerkûk ye. Ev yek digel zêdebûna tevgera çeteyên DAIŞê, gumaneke mezin çêdike. Berî niha tê zanîn ku Tirkî bi gelek riyan, rê û pêşgirî dabû çeteyên DAIŞê û zêdebûna şaneyên DAIŞê û hebûna baragehên Tirkiyê teqez bi hev girêdayî ne.”

LI SERANSERÊ ROJHILATA NAVÎ ERDOGAN Û ÇETEYÊN XWE   

Têkildarî heman mijarê, lêkolînerê Misrî yê Çavdêrê Tevgera Komên Radîkal Munîr Edîb, diyar kir ku DAIŞ bi rengekî rêxistinî bi dawî bû, lê ev yek teqez nake ku tevger û êrişên wê neman e. Herwiha Edîb destnîşan kirk u dewamiya hebûna çeteyên DAIŞê jî, nayê wataya ku hêza xurt ya vê rêxistinê ye. Lewazbûna desthilatên siyasî li hin welatan jî, derfeteke ji bo êrişên xwe dibîne. Ji ber wê li rojhilata navî û li bakurê Efrîqayê jîngeheke guncav jê re heye.

Edîb derbarê rola rejîma Tirkî, di pêştgîriya hebûna van çeteyan li seranserê Rojhilata Navî de wiha nirxand: “Sedema sereke ji mayîna DAIŞê re ewe ku, projeyên çeteyan li gel yên Erdogan guncaw in. Erdogan xewna vegerandina dewleta Osmanî, di çav û li ser destê van çeteyan de dibîne. Ji ber wê di 2014an de alîgiriya wê ji DAIŞ re hat xuyakirin. Lê piştî 2018an stratîjiya xwe guhert û niha bi rengekî fermî alîkariya çeteyên radîkal( Cebhet EL-Nusra û çeteyên Sûrî) dike. Van komên radîkal li Sûrî, Lîbiyayê û Seranserê cîhanê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne. Fikirê Komên radîkal jî ne kêmî yê DAIŞê ne. Helbet Erdogan ne bi serê xwe vî karî dike. Ev yek bi erêniya Emerîka tê kirin. Jixwe avakirina bingeha DAIŞê jî, bi destê wê hat kirin.”

“DIVÊ BIŞGIRYA SIYASÎ Û LEŞKERÎ JI HÊZÊN KU ŞERÊ DAIŞ KIRIN, HEBE”

Munîr Edîb herwiha bal kişand li ser rola Hêzên Sûriya Demokrat di şerê hemberê DAIŞê de û gotinên xwe wiha anîn ziman: “DAIŞ li ser destê QSD şkest. Operasyonên QSD û hêzên Iraqî li dijî çeteyên wê dewam dikin û heta astekê, tevgera DAIŞê sînordar kirin. Lê hebûna dewletên weke Tirkî, ku ji berjewendiyên xwe alîkariya çeteyên radîkal dike, gumana vegerandina DAIŞ derdixe holê. Eger civaka navnteweyî bixwaze gumanên vegera DAIŞê li ser xwe rake, divê destpêkî pêşgiriyeke lêşker û siyasî bide wê hêza ku şerê DAIŞê kirî. Herwiha li ser asta cihanê stratîjiyeke hevbeş divê çêbe û şerê fikirê DAIŞê bike û rê nede dewletên weke Tirkî, ku çeteyan ji bo xizmeta projeyên xwe yên dagîrkeriyê bikar bîne.”