“divê em bi vîna xwe ya azad kar bikin”

64

Jiyan BOZO/Qamişlo

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî diyar kir ku Nirxandinên serkirdeyên ENKS li ser ragihandinê dikin ne nû ne û Ji destpêka van giftigoyan de, Bi hêrs peyîvên dervî rêzê dikin û êrişî PYNKê dikin.

Bi salan e ku gelê Kurd li heviya yakîtiyê ye. Nêzî salekê ye li ser banga fermandarê Giştî yê QSDê Mezlûm Ebdê li rojavayê Kurdistanê ji bo ku gavên dîrokî bên avêtin tekoşîn dike. Li ser vî bingehî PYNK û ENKS dest bi danûstandina kirin. Lê herî daviyê rayedarê ENKSê Kawa Erebo di qenal ARK tv de bi gotinên ku rê li birakujî vedike, êrişê PYNKê kir.

“PÊNGAVA YEKÊ Û DUDUYAN SERKEFTÎ DERBAS BÛN”

Cemal Şêx Baqî wiha axivî: “Nêzî salekê ye denûstandin di nava PYNK û ENKSê de dest pê kiriye. Destpêkê ev danûstandinan di nava PYD û ENKSê de bû. Çimkî ENKS di destpêkê de xwest astengiyan derxe û ev yek du mehan domand. Ji ber ku wan digot ‘hin xalên sereke hene, divê em di navbera xwe de çareser bikin.’ Piştî wê di 10ê Hizêranê de giftogoyên me, bi rengekî berfirehtir dest pê kir. Li ser sê xalan me li hev kir, yek avakirina lêvegera Kurdî, ya duduyan mijara Rêveberiya Xweser bû û ya sisiyan jî mijara hêzên leşkerî bû. Li ser bingehê rêkeftina Duhokê ev xala hatin erêkirin. Li ser van biryaran me dest bi kar û xebatên yekîtiyê kir. Pêngava yekê û duduyan serkeftî derbasbûn. Lê di xala derbasbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de, xwestin tevlîheviyan derxin û doza %50 ji rêveberiyê kirin. Me jî wiha got; ‘ev rêveberî ne ya partiyekê tenê ye, tevayiya gelên herêmê têda cî digirin. Ji ber wê ev daxwaze nehat qebûl kirin û demekê giftogeh hatin sekinandin. Lê me careke din dest bi diyalogan kir.”

“KESÊN KU NIKARIBIN VÎNA AZAD BI KAR BÎNIN WÊ BIBIN KELEM JÊ RE”  

Cemal Şêx Baqî axaftina xwe wiha domand: “Şandeya PYNKê ti astengî li ba nînin. Em ji hertiştî ku bi niqaş û bê çareserkirin hazirin. Lê mixabin ew wiha nêz nabin. Gelek caran li ser hin xalan tevlîheviyan derdixistin. Me jî wiha got ‘çi xalên li dervî masa giftogoyan nayên çereserkirin.’ Ev çareserî jî  tenê wê di navbera PYNEK û ENKS hebe. Em dîsa jî dibêjin deriyê me her tim vekirî ye. Tenê em li ser xalê şkandin û tinekirina Rêveberiya Xweser nîqaş nakin, çimkî ev xeta me ya sor e. Em dizanin ku çavê gel li hêviya me ye. Lê mixabin em jî li hêviya ENKSê ne.”

Cemal Şêx Baqî bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Nirxandinên serkirdeyên ENKS li ser ragihandinê dikin ne nû ne. Ji destpêka van giftigoyan de, bi hers û ji dervî rêzê diaxivin û êrişî PYNKê dikin. Lê di dema dawiyê de ne tenê li hemberî PYNK, êdî şerê hev jî dikin. Ev yek eşkere dide diyarkirin ku, ENKS di bin bandora dewleta Tirkî ya dagîrker, PDK û rêjîma Sûriyê de tevdigere. Herwiha dixwazin heceta pêşbixin da ku van hevdîtinan têk bibin. Lê bi van kiryaran nikarin raya giştî û gel bixapînin. Em di biryarên xwe de zelalin. tevlîhevî û du diliya ENKS jî esker ye. Gelê me jî vê yekê baş dizane û dîbîne. Pêvajoya em têde derbas dibin pir girînge, divê em van derfetan winda nekin. Ji ber wê dive em van danûstandinan bi ser bixin. Ev yek erkê me teva ye, ji ber ku derfetên wiha her tim peyda nebin. Ji bo ku em yekêtiyê misoger bikin, divê em bi vîna xwe ya azad kar bikin. kesên ku nikaribe vîna azad bi kar bikin, wê jê re bibin kelem.”