“Di şexsê Rêber Apo de gelê kurd di tecrîdekê giran de ye”

66

Lêzan EVDIKÊ/Qamişlo

Girankirina tecrîdê li ser Rêber Ocelan, bandoreke mezin li ser xebat û têkoşîna gelê Kurd dike.  Helbet azadiya rêber Ocelan ji bo tevgera siyaseta kurdan, armanca yekê ye. Ji ber wê jî bandora herî mezin li qada siyasetê  dike. Li ser vê yekê Nûran Îmîr destnîşan kir ku bi berdewamîya tekoşînekê bi hêz wê tecrît bişkêt.

ÇIMA TECRÎD!

Li ser sedemên tecrîdkirina Rêber Ocelan û rewşa niha, parlamandera HDP Nûran Îmîr, ji rojnameya me re axivî û gotinên xwe wiha bi lêv kirin; “Di navbera 2013-2015 me bandora fikirê birêz Ocelan li ser Bakûr û Rojavayê Kurdistanê me bi çavê xwe dît. Wî pêvajoyek çareseriyê da destpê kirin û ji aliyê raya giştî jî, ev yek hatibû pejirandin. ji bo serkeftina wê pêvajoyê jî, her kesê banga azadî û aşitiyê dikir. Werwiha herkes di nava hewldan û xebatê de bû. Ji ber ku nêzîkbûna gelan ji fikir û felsefeya birêz Ocelan re zêde. Ji ber ku pergalawî li ser azadî û berjewendiyên gelan bû û ev jî li dîjî berjewendiyên sîstema dagirker ya Tirkiyê bû. Lewre rejima faşist ya AKPê ev pêvajo rûxand û dest bi tecrîdek girankirî kir. tişta li hember birêz Ocelan tê kirin, bandor li ser hemû hêzên kurd û alîgirên demokrasiyê dike.”

Nûran destnîşan kir ku parêzerên Rêber Ocelan li gor qanûnên Tirkî û yên navnetewî, doza mafê mûwekîlê xwe dikin, lê li beramberî vê li Tirkiyê ti qanûn ne mayîne û wiha pêda çû: “li gor vê bêqanûnê yê, ji bo ku tecrîda giran rabe tekoşîna gel divê di asta herî jorda be.”

“BI TECRÎD Û KIRYARÊN FAŞIZMÊ GEL, TEVGERA DEMOKRASIYE Û XEBATA JINÊ TÊ HEDEF GIRTIN”

Nûran Îmîr bal kişand li ser bandora tecrîdê ya li ser jinan û wiha got: “Dewleta Tirkî ya dagîrker ji Imral’î heta hemû qadên kurd lê dijîn, heman polîtîkayê dimeşîne. Li ser gelê kurd, tevgera siyasî ya HDPê  û bi taybetî li ser xabat û sekna jina azad heman êrişan dike. Her roj bi zagonên xwe, qada dijminatiya jinê berfireh dike. Tişta ku sîstema hukûmetê li ser lingan digire, zagonên dewletê bixwe ne. Lewra yek hakim nikare bê serokkomar biyarê bide.”

“BI TEKOŞÎNÊ WÊ DERIYÊ IMRALIYÊ VEBE”

Parlementera HDP ya Şirnex’ê Nûran Îmîr di dawiya axaftina xwe de bangewazî ji gelê kurd re kir û wiha got: “Bi desthevgirtina gelan û bi itîfaqa gelê kurd emê bikaribin vê tecrîdê bişkînin. Ji ber ku di şexsê rêber Abdullah Ocelan de, ev tecrîd rastarest li ser gelê kurd di her çar parçê Kurdistanê de tê kirin. Tekoşîna û berxwedana gel jî ewe ku, bi sedsalane ji bo azadî û statû ya xwe dike. Kurd bi tekoşîna xwe di vê sedsalê de pir nêzî azadî û statû ya xwe bûye. Lewra desthilatdar dixwazin bi êrişên xwe yên hovane, sed salek din li kurdan bidin windakirin. Avakirina HDP bi fikirê Rêber Ocelan bû û sîstema ku îro li Rojavayê Kurdistanê hatiye avkirin jî pergala wî ye. Ji bo wê li hemberî van destkeftiyan êrişên dijwar hene. Her wiha êrişa ya li Şingal û Mexmûr tê kirin jî, bi tecîdê re girêdayi ye. Divê em jî li hember vê dorpêçkirina bi armanca qirkirinê, li her deverê ku em lê jîyan dikin tekoşîna xwe bilind bikin û li deskeftiyên xwe xwedî derkevin. Heta ku Rêberê me azad nebe, divê em jî li hember faşîzmê dest ji tekoşîn û berxwedanê bernedin. Herwiha divê gelên rojhilata navî jî bi rêxistinî xwedî li Rêberê xwe derkevin û bi têkoşîneke bêhempe azadiya Rêberê gelan Abdullah Ocelan misoger bikin.”