Dewleta Tirkî û şerê avê

60

Şivan Xelîl/Qamişlo

Ji 27ê Çileya îsal û vir ve, dewleta dagirker a Tirkî dest danî ser 80% ji ava Çemê Firatê. Piştî ku Enqerê di salên berê de bend û projeyên xwe li qeraxên çemê Dîcle û Firat çêkirin, çavkaniyên avê kontrol kirin û serweriya xwe li ser deverên sînorê cîranên xwe ferz kirin. Mihemed Emîn Nayîmî li ser vê yeke dîyar kir ku, ew sucên Tirkiyê dişopînin û belge dikin.

Endamê Yekitiya Parêzerên Kantona Cizîrê Mihemed Emîn Neyîmî derbarê kiryarên dewleta Tirkî  yên li dijî mafên mirovahî ji me re axîvî û wiha got: “Dewleta Tirkî bi kiryarên xwe û bi şêvazê şerê dike, hemû zagonên navneteweyî binpê dike. Wek  qutkirinq ava Firatê li ser bi milyona însan. Herkes dizane ku çemê Firatê çemekî navneteweyî, ji dewletekê derbasî dewleteke din dibe. Lewra nabe ku, dewleta Tirkiye bi tena xwe ava çem bixe bin serweriya xwe û tehekumê bi rêjeya ava Firatê bike.”

Neyîm di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirkî bi kiryarên xwe yên hovanê tola binkeftina çeteyên DAIŞê li gelê bakur û rojhilata Sûrî vedike û wiha pêda çû:”Ji demên berê de jî, dewleta Tirkî vê yekê dike. Li beranberî destkeftîyên gele Kurd, dewleta dagirker ya Tirkî bi hêrs xistiye. Ji ber wê jî berê xwe dide deverên din û avê weke kaxeza zextê li dijî gel bikar tîne. Ev yek sûcê şere û yê herî giran li dijî mirovahiyê ye. Ev yek ne li gorî pîvanên navneteweyî ye. Her wiha xala 5an ji madeya 52`an ji hevpeymana 4an ya Cinêv re di sala 1949`an de binpê dike. Ev her du sûc têrê dike ku Meclisa Ewlehiyê ya navneteweyî bang li dewleta Tirkî bike û hesab jê bixwaze.

Parêzer Emîn Neyîmî wiha berdawamî da axiftinên xwe: “Dozgeriya giştî ya NY`yê ya mafên Mirovan jî dikarin bi van dozan sûcên dewleta Tirkî bisekinînin. Ji ber girtina avê rengek ji rengê qirkirina xwezay û mirovahiyê ye. Sûcên ku dewleta Tirk dike ne tenê li dijî gelê Rojava ye. Dijî mirovahî, xwaze û lawira ye. Li gorî hevpeymana sîstema Roma, ya ku di 17`ê Tîrmeha 1998`an de li ser dadgeha cînayatên navneteweyî hatî diyarkirin, sedê sed dewleta Tirk ji aliye kiryarên xwe ku yêk jî girtina avê de sûcdar e. Di sala 2018`an êrişî Efrînê kir û ew dagir kir. Gelê herêmê 58 rojan li berxwe da û berxwedaniyeke bê hempa meşand. Paşê Girê Spî û Serêkaniyê jî dagir kir û ev jî li gorî zagonên navneteweyî sûcekî pir girane. Rojane sûcên herî qirêj û dermirovî li herêmên dagirkî pêk tên. Ev hemû sûcên navneteweyî ne û li beramberîvê heya dawî bêdengî heye.”

Mihemed Emîn Neyîm got ku ev sûc hemû li dijî gelê Kurd têne kirin, ji ber ku pergala gelê Kurd ya tekoşîna azadîyê, banga mafên xwe û mafên hemû gelên bindest dike. Ji bo wê dewleta Tirkî jî êrişê destkeftîyên gelê Kurd giş dike.

Endamê Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê Mihemed Emîn Neyîm bi van gotina nirxandina xwe bi dawî kir: “Dewleta Tirkî ji projeya Rêveberiya Xweser, Netewa Demokratîk, ji Jiyana Hevbeş ditirse. Ji ber ku ewê ji demên berê de xwe li ser desthilatdarî û binpêkirina mafên gelan ava kiriye. Ew dixwaze ku Kurd tune bibin, ji ber Kurd serkêşên vê projeyê ne. Meclisa Ewlehiya ya Navneteweyî erka xwe pêk neanî, ji ber girêdanên wan di aliyê aborî û siyasî de hene. Ji bo berjewendiyên xwe, dikarin tevahî cîhanê bihejînin. Lê heger mafên gelan werin binpêkirin çavên xwe digrin. Ji berk u ev yek li gorî berjewendiyên wa ye. Divê mafê mirovan ji bo meclisa ewlehiyê di ser her tiştî re be , lê minxabin beravajî vê yeke ye. Em weke Yekitiya Parêzeran a herêma Cizîrê, em her tiştî û her sûcî dişopînin û belge dikin. Têkiliyên me gihaştin asta ku em belgeyên xwe wergerînin bi zimanê Înglizî û radestî hiqûqnas û şopdarên mafên mirovane. Em li hêvî ne ku belgekirina qutkirina avê jî radestî wan bikin.”