Civak, Likam û Kes

91

Sîpan Şînda

Di nivîsa heftiya bûrî de me behsa likamên li kesan têne kirin û bandora wan ya erênî kiribû. Di vê nivîsê de emê li ser bandora likaman ya neyînî ya li ser derûniya kesan bisekinin. Gelek caran kes di nava civakê de lê digere ku quncikekê yan ji kunekê bibîne û xwe têxe têde da ku tu kes wî/wê nebîne. Ango civak jiyanê ewqas li kesî teng dike, ewqas li ser kesî de diçe, kesî ewqas dorpêç dike êdî kes ji rihê xwe dide sto! Civak her tiştê kesî di pîve, dixwaze kesî ji kesîtîyê derbixe û veguherîne tişteke din. Welê li kesî tê, êdî kes xwe di nava civakê de weke girtiyeke di bin çavan de û civakê ji weke zabitê xwe dibîne. Ji ber wê ew nizane wê çawa xwe ji destê wî zabitê hinde pêstûriyê li ser wî/ê dike, hinde midexeleyî jiyana wî/ê dike, dixwaze wî/ê ji hiş, hest, kesayetî, bawerî, bîrdozî, şikl û şemal û hwd dûr bixe û têxe di qalibekî ku civakê çêkirî de. Êdî civak dixwaze ew cil û bergên ku civakê ji bo wî/ê dirûtî li wan bike û heta hetayê ji ew kes di bin wan cilan de be û ji xwe kirinê dane dira henê, divê ew kes wan cilan li ber xwe her strûtir bike, divê ew cil li ber kesî welê lê bên heta ku êdî ne çi şûr û xincer ne ji çi gule lê biçe. Ji ber wê kes di fetise, di xeniqe, di teqe lê ew nizane çi bike, ji ber ku çi cihê ku ew biçe lê nîne. Ji ber pêstûriyên civakê dunya li wî/wê teng dibe. Gelo ma kesî çi kiriye ku heta civak evqasî di ser de diçe û jiyanê lê teng dike? Gelo ma hinga mirovek bi lingekî kulek, bi çermekî reş, bi çavin hûr, bi bejneke qut, bi difinekî mezin û hwd bê li ser dinê, çi gunehê wî/ê kesî heye ku heta civak ji ber wan xweseriyên wan hinde li ser wan de diçe, likaman li wan dike, dilê wan kesan ji wan reş dike? Gelo ma wan kesan ew xweseriyên xwe bijartine? Ma heke wan bi xwe bijartibiyan wê ne tiştên herî baş ji xwe re bi bijartan? Belê. Lê civak ji ber wan xweseriyên wan kesan tevzê xwe li wan dike, bi wan dikene, her tim wan xweseriyên wan yên li gorî wan “kêmasî” dide rûyê wan û bi derûniya wan dilîze û wan xweseriyên wan qebûl nake. Gelo dema mirov bi wan likamên neyînî gazî hinekan dike, mirov dizane ew çi qeder li wan nexweş tê û li zora wan diçe? Bi taybetî jî ji bo zarokan ev tiştekî gelekî girînge û li ser derûniya wan bandoreke gelek xirab dike. Dema mirov bi likaman banî zarokan dike ew gelekî bi wê di şikên, ji xwe bê bawer dibin, xwe di nav zarokan de, civakê de kêm dibînin. Dema mirov dibêjin zarokekê vî yê/vê ya “reş”, yan ji vî yê/vê ya kirêt hûn dizanin keseyatiya wan zarokan çi qeder di perçiqe û ew çiqes xemgîn dibin? Ya rast em di vî warî de civakekî gelekî xemsarin û em hayî ji derûniya zarokan namînin. Em civakeke ku ji ber xweseriyên kesan likaman li wan dikin, xweseriyên wan, keseyatiya wan tune hesap dikin û jiyana wan serûbin dikin. Divê civaka me di vî warî de pitir haydar be û ji ber şikl û şemalê zarokên xwe ji em çi likaman li wan nekin. Divê ji ber xweseriyên zarokan em çi ferq û cudahiyê nexin di nava wan de û em wan bi hemû xweseriyên wan ve bi pejirînin.