‘Artêşa dagîrker li gundê Mielek yê Eyn Îsa bargeheke din ava dike’

23

Çavkaniyekî leşkerî ragihand artêşa tirkî ya dagîrker li gundê Mielek yê rojavayê Eyn Îsa baregeheke din ya leşkerî ava dike.

Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê piştî dagîrkirina bajarê Girê Spî, li derdora navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê gelek baragehên leşkerî ava kirin.

Di wan baragehan de radarên çavdêriyê û gelek teknîkên şer bi cih kirine. Artêşa tirkî ji wan baregehan êrişî navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê dike.

Çavkaniyeke leşkerî ragihand ku dewleta tirkî ya dagîrker li gundê Mielek yê rojavayê Eyn Îsa barageheke din ava dike. Berî wê jî li nêzî heman gundî baregehek hatibû avakirin.

Gundê Mielek her tim dibe amanca êrişên artêşa tirkî ya dagîrker û çeteyên wê. Armanca dewleta tirkî ya dagîrker ya avakirina baragehên leşkerî, ew e ku herêmê dagîr bike.

ANHA