2 Çirûsk: Mazlûm Dogan û Gerîla

161

Faruk Sakik

Nivîskar Fuat Kav, di pirtûka xwe ya ‘Mirovên Wêrek’ de wiha behsa şehadeta Mazlûm Dogan dike: ” Li zîndana Amedê pêvajoya herî tarî bû. Taritîyeke zifirî bû. Herkes li rê û rêbazeke xilasiyê digeriya lê nedidît. Çavê herkesî li ser Mazlûm bû. Ew di wê zifiriyê de çirûskek bû, herkesî li wê dinêrî. Mazlum jî ev yek dizanîbû û bi şehadeta xwe ev çirûsk mezin kir û cesaret da herkesî”

Îro Kurdistan jî wek salên 80’yî di pêvajoyeke tarîtiyê de derbas dibe. Dewleta Tirk a dagirker plana xwe ya qirkirina kurdan derxistiye asta herî jor. Bi êrişên siyasî hemû siyasetvan hatine zîndankirin. Dest danîne ser hemû destketiyên kurdan. Di warê çekdarî de bi POH, JOH, bekçî, polîs, sîxûr, kamerayên mobîl hemû bajêr û kolan xistine bin kontrola xwe. Li gundan jî dema ku li dijî gerîla êriş dida destpêkirin, derketinan derveyî gund qedexe dikir. Êrişên xwe bi bakûrê Kurdistanê sînorkirî nehişt midaxleyî hemû parçeyên Kurdistanê kir.

Di demekî wiha di tarîtiya zifirî de, weke Mazlûm Dogan evcar hêvî û çirûska xilasiyê gerîlayê azadiya Kurdistanê bûn. Îro şerê di navbera artêşa dewleta Tirk a dagirker û gerîlayê azadiya Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû.

Şer, ji bo her du aliyan jî bûye şerê mayîn an nemanê. Faşîzma Erdogan li Tirkiyê û li cîhanê hatibû asteke wisa ku êdî ber bi tunebûnê ve diçû. Erdogan ji bo desthilatdariya xwe bidomîne yek çareserî dît û êrişî kurdan kir. Şerê ku bi salan bû derbasî merhaleyeke nû kir. Qeyrana aborî, bêqîmet bûna perê Tirkiyê, ji bo wî xem nebû. Ew bi taya parastina qesra xwe ketibû. Bapîrên wî û hikûmetên berî wî jî di demên wiha de êrişî kurdan kiribûn û civaka xwe bi vî awayî bêdeng kiribûn. Wî jî wisa kir û li dû rêça wan ket.

Di sala 2020’an de peymaneke bi navê ‘Peymana Şengalê’ di navbera Baxda û Hewlêrê de dabû îmzekirin. Li gorî vê peymanê ji xwe re jî hin destûr û îcazeya êrişên xaka Iraqê girtibû.

Li Garê ceriband, bi ser neket û têk çû. Gêj bû. Piştî têkçûna Garê ji bo êrişeke din amadekariyan kir. Her çiqas têkçûna Garê xistibû stûyê dewletê jî lê herkesî ew tewanbar dikir û di vê têkçûnê de ew berpirsyar didîtin.

Dema, bi artêşeke ku di Garê de têk çûye û bê moral e, di 23’yê Nîsanê de êrişî herêma Metînan, Zap û Avaşîn kir, gerîlayên azadiya Kurdistan ku bi serkeftina Garê xwedî moraleke mezin li benda wan bûn. Bi teknîkeke xurt û bi hemû amûrên şer ên pêşketî dema hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla bi Pêngava Bazên Zagrosan û Cenga Avaşînê derbeyên giran li wan dan. Artêşa Tirk a dagirker gelek windahiyên xwe hebûn û îroj ji bo ji herêmê vekişe, li rêyek û li serkeftinek sexte, digere. Naxwazê wek Garê destvala vegere malê.

Belê li zîndana Amedê çawa ku girtiyan Mazlum weke hêvî dîtibûn û ji çalakiya wî moral û motîvasyona berxwedanê girtibûn, îro jî navê wê çirûskê û navê Mazlûm Dagan, gerîlayên azadiya Kurdistanê ye.

Li Kurdistan û li derveyî Kurdistan kurd û dostên wan baweriyeke mezin bi gerîla tînin. Ya ku dewleta Tirk a dagirker ditîrsîne jî ev bawerî ye.