Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xwedîkirina sewalên xwe de zehmetiyan dikşînin

56

Şivan Xelîl/Amûdê

Şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo nêrînên xwe der barê nebarîna baranê û bandora wê li xwedîkirina sewalan ji Rojnameya Ronahî re ragihandin.

Welatiyê bi navê Fewaz Xelîl ku ev 10 salin sewalan xwedî dike, di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ji ber nebarîna baranê gel zerar dît. Şênî bi pranî di debara jiyana xwe de xwe dispêrin xwedîkirina sewalan. Herwiha 1 ton ka bi 700 hezar lîreyên Sûrî ye, ji xwe buheyên ceh hê nehatiye diyakirin. Derfetên me yên pêdîviyên sawalên xwe pêşewazîkirin pir kêmin.”

Fewaz Xelîl bal kişand li ser zehmetiyên sewalan, herwiha banga çareseriyekê ji Rêveberîya Xweser kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “salên ku baran zêde dibariya  şînatî çêdibû û welatiyan sewalên xwe diçerandin. Ji ber wê jî berhemên sewalan yên wek penêr, mast, şîr û her wekî din hebû. Lê îsal baran zêde nebariya û welatî neçar dimînin ku, bi buhayên bilind zeviyên ku şînkatiya wa pir kêm jî, bi bihahên pir giran bikirin û sewalên xwe di nava wan zevîyan de biçêrînin. Her 1 çewal ji zevî, bi 100 hezar lîrayên Sûrî dikirin û ew jî tenê têra 1 roja çera sewalan dike. Bi kurtahî, rewşa kesên ku sewalan xwedî dikin pir zehmet bû ye. Banga me ji bo Rêveberiya Xweser ewe ku barê ji bo ku hinek barê sewalvana sivik be, ji bo elef peydakirin alîkarî bike.”

Welatiyê bi navê Nemet Nihiyet yê ku ev zêdetirî 15 salan e sewalan xwedî dike jî, li ser heman mijarê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em li gundan dijîn û çavkaniya jiyanê ya sereke ji me re, xwedîkirina sewala ye. Dema ku baran ne bare û şînkatî ti nebe ku em sewalên xwe li ser biçerînin, em bê çare dimînin û zehmetiyan dikişînin. Em bang li Rêveberiya Xwser dikin ku rewşa me di ber çavan re derbas bikin û alîkariya me bikin. Ji xwe debara jiyanê di vê qeyrana aborî de zehmet bûye, ne barîna baranê jî barê me girantir kir. Em dixwazin ku Rêveberiya Xweser ji me re elef peyda bike. Ji niha de buhayê kayê pir bilinde. Heger Rêveberiya Xweser alîkariya me bike dibe ku em jî bikaribin ji bin vî barî rabin.”