Rûspiyan bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta tirkî şermezar kirin

34

Rûspiyên Hesekê û Qamişlo bi du daxuyaniyan cuda nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta tirkî ya dagîrker ên li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê nîşan dan.

Dewleta tirkî şerê avê û birçîkirina gelan didomîne. Civaka navneteweyî li hemberî van sûcên dewleta tirkî ku tevayiya qanûnan binpê dike, bêdeng e.

Dewleta tirkî ji dema bajarê Serê Kaniyê dagîr kirî ve û dest danî ser stasyona avê ya Elokê, ev cara 17’an e avê li ser bajarê Hesekê qut dike.

Rûspiyên Hesekê û herêma rojhilat ya bajarê Qamişlo bi du daxuyaniyên cuda siyaseta dewleta tirkî ya li dijî gelên herêmê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta tirkî tevayiya qanûnên navneteweyî binpê dike. Herwiha dan zaîn ku qutkirina avê û birçîkirina gel sûcên şer in.

Rûspiyên Hesekê li pêşiya navenda Meclisa Rûspiyan ya li taxa Mişêrfê ya bajêr daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endamê meclisê Mehmûd El-Nezal ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta tvirkî yên li dijî şêniyên Hesekê ku ser milyonek û nîvê re ne û ser nîv milyonî re koçber lê hene hatin bîrxistin û hat gotin dewleta tirkî û çeteyên wê ava vexwarinê ji ser wan qut dike da Erdogan razî bikin.

Herwiha bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van sûcan ji lihevkirinên navneteweyî re yên girêdayî parvekirina ava navneteweyî û qutkirina ava çemê Firatê ji ser Sûriyê hat şermezarkirin û hat gotin, dewleta tirkî bi vê jiyana bi milyonan welatiyên Sûriye û Iraqê dixe xeterê.

Daxuyaniya Meclisa Rûspiyên herêma rojhilat a Qamişlo ji aliyê koordînatorê giştî yê meclisê Hewas Cidê ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de siyaseta hovane ya dewleta tirkî hat şermezarkirin û banga berdana para Sûriyê bi temamî ji ava çemê Firatê li gorî lihevkirinên ku di navbera her du welatan de hatine imzekirin û banga dayîna ava vexwarinê ji bajarê Hesekê û gundewarên wê re hat kirin.

Di dawiya her du daxuyaniyan de bang li civaka navneteweyî û Meclisa Ewleyiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Komkara Ereban û rêxistinên mirovî hat kirin ku gavên berbiçav biavêjin û biryarê bidin ku hikûmeta AKP`ê di hedê wê bisekine.

ANHA