” Rêxistina Ku Jinan Negire Nava Xwe Ne Rêxistine “

64

Jiyan BOAZ/Qamişlo

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal bi lêv kir ku, Gerîlayên HPG û YJA- STARê li dijî dewleta Tirkî ya dagîrker bi xwîna xwe dîrokek e nû dinivîsîvinin.

Ji 24 Nîsanê ve Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê ku di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê Ye” bi ruhekî fedayiyane  didomînin. Di van çalakiyan de derbeyên mezin li dewleta Tirkî ya degîrker hatin xistin, di encamê de bi dehan kuştî û birîndarên wan çêbûn.

“MEBESTA WAN DÛBEREKIRINA DÎROKÊ YE”

Derbarê mijarê de  Zelal Ceger wiha axivî: ” Dewleta Tirkî ya dagîker di şerê cîhanê yê sisiyan de roleke mîna ‘Hespê Tirowa’ di liyîze. Ya girîng ji wan re ewe ku bikaribin mîna Osmaniyan deverên nû dagîr bikin. Kiryarên ku didin meşandin pir qirêjin. Êvara 24 Nîsanê êrişî herêmên parastina medya kir. Ev yek di heman roja ku komkujiya bi serê Ermeniyan de anî bûn. mebesta wan dûberekirina dîrokê ye. Lê gerîlayan xewin û xeyalên wan vala derxistin.”

“EM JINÊN ROJAVAYÊ KURDISTAN MINETDARÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA YJA- STARÊ NE”

Zelal Ceger axaftina xwe wiha domand: “Di vê berxwedanê de careke din jina Kurd ev yek da îsbatkirin ku ti carî koletiyê qebûl nake. Berovajî wê her tim têkoşîn û berxwedanê esas digire. Berxwedana YJA- STARê mîraskî mezin ji tevayiya jinan re ye. Eger em ji Sakîne Cansiz û heta Delal, Raperîn û Zelalan bigirin dest, rastiyeke wiha diyar dibe ku dîroka azadiyê wê bi xwîna jinên azad bê nîvîsandin. Dema ku em dibêjin şarestaniya û civakbûna mirovan di qomtara Zagrosê de dest pê kiriyê. Îro careke din jina Kurd di qomtara Zagrosê de civakbûyînê dide avakirin. Ev berxwedan bandora xwe li ser jinê Kurdistanê tevan dike. Lewra  li rojavayê Kurdistanê jî di her qadê de jin xwedî mafe. Ev yek berhemê mîrasê ku ji bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û îro bi têkoşîna û berxwedana Şîlan , Şervîn û Avêsteyan didome. Ji ber wê jinan li bakur û rojhilatê Sûrî rolekî pir mezin lîstin. Herwiha di qada siyasî de Hevrîn Xelef da îsbatkirin ku jina kurd ti carî dudilî  najî. Ev yek jî di şerê dijî DAIŞ, Difa EI-Wetenî diyar bû . Em jinên rojavayê Kurdistan minetdarê berxwedan û têkoşîna YJA- STARê ne.”

“RÊXISTINA KU JINAN NEGIRE NAVA XWE NE RÊXISTINE”

Zelal Ceger axaftina xwe bi van gotina bi dawî kir: “Di salên dawiyê de ev yek hat îsbatkirin ku ji têkoşîna jina Kurd îlham tê girtin. Vê yekê bandora xwe li tevayiya jinên cîhanê kir. Ya giring di vê pêvajoyê de, dema ku em bûne çavkaniya azadiyê ji cîhanê re wê demê divê em têkoşîna xwe xurtir bikin. Di roja me ya îro de dewleta Tirkî ya dagîrker kiryarên dijmirovî li dijî jinan dike. Rojane kuştin, destdirêjî û îşkence li ber çav li jinan tê kirin. Çimkî hêzên dagîrker ji hêz û vîna jina berxwedêr ditirse. Ji ber ku baş dizanin ku jin wê azadiya xwe  û ya civaka xwe wê misoger bike. Ji ber wê ya bingehîn ji me re divê ev be ku, şoreşa ku jinê birêxistin neke ew ne şoreşe; rêxistina ku tevayiya jinan negire nava xwe ne rêxistin e. Bê gûman mîmarê fikirê jiyana azad Rêber Apo ye. Ji bo wê divê em asta têkoşîna xwe xurtir bikin da em Rêberê xwe azad bikin. Ji bo wê  divê em jin ji her kesî bêtir  li pêngava “Dem Dema Azadiyê Ye” xwedî derkevin da em bi Rêber Apo û bi welatekî azad re bijîn.”