PKK: Gel û gerîla li ser xeta rêbertiyê û xeta şopa şehîdan şer dikin

64

PKK’ê şehîdên meha Gulanê bîr anîn û got,” Gerîlayên me yên leheng li Metîna, Zap û Avaşînê li dijî dijminê faşîst-qirker di nava berxwedaneke pêngavî de ne ku her roj derbên giran li dijmin dixin. Em gel û gerîla li ser xeta rêbertiyê û li ser şopa şehîdên xwe yên leheng şer dikin.”

Komîteya Rêveber ya PKK’ê têkildarî şehîdên meha Gulanê daxuyaniyek da.

PKK’ê di kesayeta Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn de ku 2’yê Gulana 1983’yan şehîd bûn, şehîdên meha Gulanê bîr anîn û ev daxuyanî da: “Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd ketine meheke nû ya Gulanê. Weke ku tê zanîn Gulan meha Şehîdên Kurdistanê ye. Sala 2021’ê em ketine meha 45’an ya şehîdan. Di salvegera 44’an ya şehadeta şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer de ku meha Gulanê kiriye meha şehîdan, bi rêzdarî, minetdarî û heskirineke mezin bîr tînin. Rêber Apo ku ji bo gelê Kurd û mirovahiya azad Artêşa Şehîdan ya Şoreşger afirand û berxwedana dîrokî ya Îmraliyê bi rêzdarî silav dikin.

Em gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên şoreşger-demokratîk pîroz dikin, ku artêşeke şehîdan afirandine, malbatên şehîdan û xizmên şehîdan hemûyan silav dikin. Di serî de hevrêyên xwe yên partiyê em bang li gelê xwe yê welatparêz, jin û ciwanan, dostên xwe yên şoreşger û demokratîk dikin ku meha Gulanê şehîdên me yên leheng bi bîr bînin, rast fêhm bikin, li ser xeta Rêbertî û şehîdan ji bo azadiyê hîn bi xurtî şer bikin û hîn bi mezinahî qezenç bikin!

2’yê Gulanê, salvegera 38’an ya şehadeta ji damezrînerên partiya me PKK’ê û endamê destpêkê yê Komîteya Navendî û fermandarê nemir yê Berxwedana Hîlwan-Sêweregê hevrê Mehmet Karasûngûr û milîtanê hêja yê partiya me hevrê Îbrahîm Bîlgîn e ku li Qendîlê şehîd bûn. Hevrê Mehmet Karasûngûr û Îbrahîm Bîlgîn ku ji bo meha Gulanê bibe meha şehîdan pareke wan a mezin hebû, di salvegera 38’an a şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û hesretê bi bîr tînin. 38 sal in di bin fermandariya fermandarê mezin hevrê Mehmet Karasûngûr de me bi lehengî şer kir, di serî de li Metîna, Zap, Avaşîn, Heftanîn û Xakurkê îro li her devera Kurdistanê em şerê azadiyê dimeşînin. Di salvegera 38’an ya şehadeta wan de em mizgîniyê didin fermandarê nemir hevrê Mehmet Karasûngûr ku ala wî ya azadiyê û çeka wî neketine erdê, di destê ewle yê gerîla de pirtir li ba ye.

Her wiha di salvegera pêncan a şehadeta fermandarên nemir ên Amedê hevrê Azad Sîser û Çektar Amed in ku 2’ê Gulanê şehîd bûn. Bi vê wesîleyê em fermandarên rêxistinkirina berxwedana xwerêveberiya demokratîk hevrê Azad û Çektar bi hesret, rêzdarî û hezkirineke mezin bi bîr tînin û destnîşan dikin ku gelê me û gerîlayên me di şerê gel ê şoreşgerî de xwedî li bîranînên wan ên nemir derdikevin.

Şehîdên 1’ê Gulanê hemûyan, şehîdên 1’ê Gulana 1977’an ên li Taksîmê, şehîdê me yê Beyrûdê yê 1’ê Gulana 1982’an hevrê Abdulkadîr Çûbûkçû, şehîdê me yê Garzanê yê 1’ê Gulana 1985’an Ramazan Kaplan û koma wî, şehîdê me yê Mêrdînê yê 1’ê Gulana 1988’an endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê hevrê M. Emîn Aslan û di şexsê wan de hemû şehîdên me yên meha Gulanê bi rêzdarî, hezikrin û minetdarî bi bîr tînin.

Bi pêmana meha Şehîdan em welatparêz û şoreşgerên mezin Şîrîn Elemhûlî û çar hevalên wê ku 9’ê Gulana 2010’an li Îranê hatin darvekirin, di salvegea 11’an a şehadeta wan de bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Her wiha ji pêşengên têkoşîna azadiya jinê, hunermend, gerîla, fermandara nemir a Garzanê hevrê Hozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) ku 11’ê Gulana 1992’an li Tetwanê şehîd bû, di salvegera 29’an a şehadeta wê de bi hurmeteke kûr, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em serbilindin ku mizgîniya wê yekê didin ku ala wê ya azadiyê di destê jinên Kurd de hîn bêhtir li ba ye û li çar aliyên cîhanê belav bûye.”

Çavkanî:ANF