Karayilan: Dewleta tirkî li dijî gelê me li herêmê hesabên qirêj dike.

74

Murat Karayilan diyar kir ku gerîla li dijî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û got, “Ev şer ne şerê parastina herêmekê tenê ye. Şerê paşroj, hebûn û azadiya gelê me ye, şerê demokrasiyê ye. Ne bi rengekî taktîkî nêzî vî şerî bibin, divê bi rengekî stratejîk nêzîkatî lê bê kirin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan bi pêmana 1’ê Gulanê ji çapemeniya azad re axivî. Karayilan 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran pîroz kir û wiha axivî :”Bi pêşengiya PKK’ê doza karker û kedkaran ya li Kurdistanê îro gihîştiye asta herî bilind. Têkoşîna sosyalîzma demokratîk û kedê li ber fikir û ramanên Rêber Apo jî li Kurdistanê xurttir dibe. Di heman demê de meha Gulanê meha şehîdan e. Di kesayeta hevrê Hakî Karer de em şehîdên şoreşger bîr tînin. Emê çeka wan li erdê nehêlin, ala wan bilindtir bikin û xeyalên wan pêk bînin.

Li dijî dagîrkeriya tirkî jî li Herêmên Parastinê yên Medya, berxwedanek dîrokî tê meşandin. Ji aliyê siyasî û leşkerî ve wê encam gelek girîng be. Lewma em dibêjin ku berxwedaneke ji rêzê nîne. Pêvajoyeke dîrokî ye û di şerê azadiya Kurdistanê de ev têkoşîn di asteke stratejîk de tê meşandin.

Dewleta tirkî li dijî gelê me li herêmê hesabên qirêj dike. Lêbelê heta niha bi ti awayî bi ser neketiye. Niha dixwaze li wan herêmên stratejîk bi cih bibe û bi vî rengî destketiyên gelê Kurd tine bike. Ev ji bo gelê Ereb û gelên herêmê jî gef û metirsiyeke mezin e.

Par li Heftenînê, meha Sibatê jî li Garê berxwedan hat nîşandan. Niha jî li Mamreşo, Şehîd Serdar, Kela Bêdewê, Cîloyê Biçûk û Zendûrayê careke din tê nîşandan. Li herêmê niha li dijî teknolojiyê em gerîlayên serdema 21’ê diafirînin. Ji ber vê yekê encamên ku heta niha hatine afirandin ji bo me gelekî girîng in.

‘EV HÊ DESTPÊK E’

Ji aliyê me ve serketinek derketiye holê lê divê heval serxweşiya serfiraziyê nejîn. Ev hê destpêk e. Divê  heval sivikatî li dijmin nekin. Dijmin ev bi rojan, bi seatan, bi deqîqeyan li berxwedana gerîla rast tê. Emê dijmin wiha têk bibin. Gerîlayên serdemê îro li Kurdistanê dijî lê divê ji hemû cîhanê re bibe mînak.

HIŞYARÎ LI HÊZÊN BAŞÛR

Hêzên Hewayî yên Şehîd Delal li Kanî Masî 2 derb li dewleta Tirk dan. Her wiha hêzên Şehîd Bedran Gundikremo li Şeladizê derb li hêzên Tirk dan û 2 tang îmha kirin. Ev du çalakî ji bo hişyariyê ne. Ango hêzên dagirker ku beriya niha li Başûr bi cih bûne divê tevnegerin, divê tevlî vî şerî nebin. Heke ev hêz tevlî şer bibin li her deverê wê bibin hedefa hêzên me.

Em Fermandariya Navendî ya Parastina Gel, hemû hevalan ku di berxwedana azadkirina Kurdistanê û Rêber Apo de cih digirin pîroz dikin. Her heval divê zanibe ku îro li Kurdistanê dîrokeke nû tê nivîsîn. Bi vê çarçoveyê em bawer dikin ku heval di vê meşa pîroz de serfiraz bibin. Bi vê wesîleyê em serkeftinê ji hemû hevalan re dixwazin.”