Gulan şehîda xaka Efrînê

64

Hediya HISÊN/Qamişlo

Berxwedana Rojava ji bo mirovayiyê berxwedanake dîrokî ye. Bi berxwedana, şervanên YPG û YPJ çetên DAIŞ ê yên ku hêzên cîhanê giş ji ber ditirsiyan bi xistin. Şervana YPJê Gulan Gulo yek ji wan lehengan bû ku li seranserî rojavayê Kurdistanê bi dilwêrekiyeke mezin şer kir û li ser şopa azadiyçê şehîd bû.

 “BI ŞAHIYEKE MEZIN DERBASÎ ÇIYA BÛ

Gulan di malbateke welatparêz de sala 1996 ji dayik bûye. Ji ber ku Gulan piçuka malê bû, li ber dilê malbata xwe pir şêrîn bû. Keçeke bêdeng û dilpak bû, ji her kesî hez dikir û bi taybet ji zarokan.  Gelek caran zarokên taxê kom dikir û ji wan re çîrok digotin. Sala 2011an şoreşa Rojava dest pê kir û di wê demê de heval Rustem Cûdî şehîd ket. Vê yekê bandoreke mezin li ser Gulan kir û biryara xwe ya tevlîbûna refên gerîlla bi dayîka xwe re parve kir, dayîka wê jî jê re got: ‘barê şoreşgerîyê pir girane, her kes nikare raje vî barî. Malbate me xebatkare û ez xwişka şehîda me, sibe ti biçe çiya û li min veger ezê fedî bikim’ Gulan xwedî israr bû û ji dayîka xwe re isbat kir ku ew dikare rahêje bare şoreşgerî. Bi şahiyeke mezin û li ber çavê her kesî Gulan derbasî çiya bû.

Dayika şehîd Gulan, Cîhan Gulo ji dema ku tevlî partiyê heta şehadeta wê li ser sekin û şexsê wê  axivî  ji rojnama me re axivî.

“GULAN LI GORÎ SOZA XWE DERKET”’

Dayê Cîhan bi dilsoziya keça xwe gotinên xwe wiha bi destnîşan kirin; “ ji ber ku Gulan li gorî soza xwe derket û hevalên wê jê kêfxweş bûn dilê min rehet bû. Piştî qedandina salek û nîv li ser tevlîbûna Gulan re çû, rojekê ez li merasimê şehîdan bûm metka gulan ji min re got ‘Cîhan biçe malê mêvanên te hene.’ Çawa ez derbasî malê bûm û min Gulan dît ji kêfa re em herdû giriyan.”

Ji despêka trevlîbûna Gulan Gulo, ji ber ku şehîdên malbata Gulo yê di nava partiyê de gelek bûn partiyê biriyar da ku Gulan vegere malê û di nava ciwanan de kar bike. ‘Lê Gulan digot ez nikarim wisa jiyan bikim’ û biryar da ku tevlî YPJê bibe. Di nav rêfên YPJê de gelek caran tevlî şer bû ye. Di şerê Til Hemîsê  de dema gulan û hevalên xwe berê xwe didin Meyziya xwe, Gulan dikeve destê çeteyek DAIŞê de û şûr datîne li ber Qirka wê da ku wê bikûje, hevalê wê yê sûyîqasçî wî dikûje û Gulan jê rêzgar dike. Ruxmê ku mirin bi çavê xwe dît lê netirsiya û çû Girê Moza tevlî perwerdeyê bû.

EMÊ LI SER ŞPOA WAN BIN

Dayika Gulan axaftina xwe didomîne; “Piştî ku Gulan tevlî perwerdeyê bû,rojekê nameyek ji min re hat, bi vê nameyê ez pir êşiyam ji min re nivîsandibû; “dema ku gulan di perverdeyê de ji min re nameyek şan û gotibû ‘Eger diderheqê te de min kêmasiyek kiribe min efû bik û xwezî careke din min tû dîtba û têr tû himêz kiribam.” Piştî nameyê bi du rojan telîfon ji me re hat gotin ku Gulan li Wezareta Parastinê li hêviya we ye. Dema min ew dît bi coşeke mezin min ew himêz kir û ew cara dawî bû ku min Gulan dît.  Di destpêka şerê Efrînê Gulan tevlî şer bû û piştî 7 rojan ji bi bombeyên belafirên dewleta tirkî ya dagîrker Gulan şehîd ket.”

Dayika Gulan axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Piştî qedandina 7 rojan li ser şehadet Gulan ez û malbata xwe em çûn Efrînê li ser gora wê. Piştî ez çûm Efrînê û şerê li wir min dît, min nih naskir ku şervanên me bi çi şêwazî tekoşîn dikin. Şervanên me cihê rêzgirtinê ne. Ez dayika şehîdekême û ser bilindim bi şehadeta keça xwe. Di tengayê û firehiyê de em ti carî riya şervan û şehîdên xwe bernadin û emê li ser şpoa wan bin.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Rîhan Xelef.

Navê tevgerî: Gulan Gulo

Cih û dîroka jibayikbûnê: 18- 6- 1996 Qamişlo

Dîrok û cihê şehadetê: Efrîn-Raco 27- 1- 2018.