“Evîna herî biêş û biwate evîna welat e”

98

Navanda nûçeyan/Qamişlo

Hûnermend Ciwan Hesen diyar kir ku, hûner ji bo wî têkoşîn û berxwedana li dijî dagîrkeran e, heskirina welate, vîn, domandin û herikîna jiyanê ye.

Heskirina ji xakê û girêdana bi rêgezên jiyana azad û ji bo tolhildana wê, mirov ji kavilên hilweşandî jî jiyaneke nû diafirîne. Ciwan Hesenê hunermendê 41 salî yê ku li Efrînê jidayikbûye, ji bo ku karibe tola xwe ji dagirkeran hilde, bi hunera xwe bû dengê gelê xwe.

“KOÇBERIYA JI XAKA PÎROZ JI MIN Û TEVAYIYA EFRÎNIYAN RE FELAKETEK MEZIN BÛ”

Hûnermend Ciwan Hesen derbarê jiyan û hûnera xwe de ji me re axivî û wiha got: “Min 2011an dest bi mamostetiya zimanê Kurdî kir. Li ser asta kantona Efrînê weke navend yekem wek mamoste min perwerde li dibistana Şehît Ezîz da. Herwiha Min sê pirtûk nîvîsandibûn. Romanek û ferhengeke Kurdî ku 27 hezar peyîv min kom kirbûn û pirtûka rêzimanî jî min nîvçe kiribû. Ji ber dagîkirina Efrînê min nikarî berhemên xwe  xilas bikim û em koçberî Şehba bûn. 17 Adara 2018an em ji gûndê Kurzêlê deketin û me berê xwe da Şehba . koçberiya ji xaka pîroz ji min û tevayiya Efrîniyan re felaketek mezin bû. Ji ber ku min nikarî berhemê xwe xilas bikim êdî ez ji pênûsê dûrketim. Lê bi moraldayîna hevalên min, min hestên xwe vê carê di riya hûnerê re anî ziman. Min yekem stiran bi navê `Sibatê bi xêr be Efrîna min` got û bi dahan stiranên din ji bo Efrînê min bi awaz û helbestên xwe bi gelê xwe re parve kir.”

“EZ EVÎNDARÊ WELATÊ XWE ME”

Ciwan têkildarî heskirin û girêdana xwe bi hûnerê re ev gotin bi lêv kirin: “Hûner ji bo min têkoşîn û berxwedana li dijî dagîrkeran e, heskirina welate,vîn, domandin û herikîna jiyanê ye. Evîna min welatê min e. Ji ber wê ez bi hestên xwe bi welatê xwe şad dibim. Ev yek ne tenê ji bo min derbasdare , ji keç û xortên vî Walatî tevan re wiha ye. Welat ji mirovan re dayîk e. Evîna herî biêş û biwate evîna welat e. Heta ku ez saxbim û welatê min dagîrkirî be, ezê tekoşîn bikim. Xwesteka min ew e ku mirinek min hebe divê dihemêza  walat de be. Ji ber ku ev xaka pîroz bi xwîna pakrewana hatiye avdan.”

“EZ BI ÇEND GOTINAN NIKARIM BÛKA KURDISTANÊ BIXEMILÎNIM”

Hûnermend Ciwan Hesen axaftina xwe wiha qedand: “Bîranînên min tev li Efrînê ne, çi dibe bila bibe ezê vegerim ser wê xakê. Çimkî bi wan nirxan jiyana min watedar dibe. Min niha li Şehba stidiyo vekiriye da ku ez bi hûner berxwedana gelê xwe bidim nasîn. Eger ez hezar stiran jî bi helbest birêsim, bi awaza bêjim ez bedewî û xweşkbûna Efrênê  nikarim bidim nasîn. Çi bêjim ez dayîndarim, ez nikarim bi çend gotinan bûka Kurdistanê bixemilînim.”