DAIŞ kaxezeke navneteweyî ye û herî zêde Erdogan sûd jê digire

324

Beşa 1/

Serbest Ehmed/Qamişlo

Avakirin û bihêzkirina DAIŞ bi plan û projeyên hêzên herêmî û navneteweyî hat kirin. Dewleta tirkî ya dagîrker jî ji bo xewna wê ya Osmanî bû bingeha bihêzkirinê. Dewletên din jî dixwazin bi rêya van çetan hebûna xwe li Rojhilata Navî misoger bikin.

“DERKETINA DAIŞ’Ê ENCAMA POLÎTÎKAYÊN DEMDIRÊJ YA HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ YE”

Derbarê pêvajoya avakirina DAIŞ şîrovekarê siyasî Eslan Eslan axivî û ev nirxandin kir :”Tê gotin ku 1’ê Hezîrana 2014’an, li paytexta Urdun Emanê Bi amadebûna Rayedarên Tirkiye, Emerîka, Siûdî, Îsraîl û PDK civînek hatibû lidarxistin. Hêzên navneteweyî bi avakirina DAIŞ’ê, xwestin dest li Rojhilata Navî werdin.  Dewleta Tirkiyê jî bi serkêşiya Erdogan, rê dan DAIŞ’ê û piştgiriya wê bi tank, top û cebilxaneyê kirbû. Me dît ku çawa Rêxistineke wekî DAIŞ’ê bi demeke kin bû xwedî ewqas çek û bombeyan. Herwiha Tirkî bûbû rêya sereke ji bi hezar çeteyên cihanê ku derbasî herêmê bibin. Ev yek eşkere dike ku avakirina DAIŞ bi plan bû. Eger ne wilo bûya wê Dewleta Tirk ji ber piştgiriya DAIŞ’ê hatibûya cezakirin.”

“BERJEWENDIYA ALIYÊN NAVNETEWEYÎ DI HEBÛNA DAIŞÊ DE HEYE”

Têkildarî rola hêzên navneteweyî di şerê dijî DAIŞ jî, Eslan wiha şirove kir :”Erdogan li gorî perjewendiyên hêzên navneteweyî jî tev digere. Lewra îro em dibînin ku tevî ewqas nakokî û aloziyan jî, ev hêz têne cemhev û van çeteyan ji bo berjewendiyên xwe li Lîbiya, Qerbax û niha jî Okraniyayê . Çima DAIŞbi kar tînin. Îro DAIŞ bi navên cuda çetetiys Erdogan dikin û hebûns xwe wisa berdewam dikin.  Eger derdê Ewropa û Emerîka tinekirina DAIŞ bûya, wê rê nedabûna dagirkeriya Erdogan li ser herêmên ku ji destê DAIŞ xilas bûyîn. Dema ewleyeya Ewrûpa û Emerîkayê ket xeterê, piştgiriya QSD’ê kirin. Îro bi saya QSD’ê li Ewropayê dawî li terora DAIŞ’ê hatiye. Van hêza bi şerê DAIŞ’ê hebûna xwe li Rojhilata Navî misoger kirin. Lê hin planên wan neçûn serî. ji bo vê yekê jî niha dixwazin bi riya Erdogan van planan bibin serî. Rewşa li Kampa Holê jî xemsariya hêzên navneteweyî dide nîşan. Li vê kampê bi hezaran malbatên DAIŞ’î hene. bi hezaran girtiyên DAIŞ’ê yên welatiyên Ewropayê jî hene. Lê Ewropa li şûna ku wan darizîne wekî bombeyeke pîma wê hatiba kişandin li Sûrî dihêle. Ji ber ku hebûna çeteyên DAIŞ mayina way ya li Rojlilata Navîn mîsoger dike.

“DAIŞ BÛ SEDEM KU XEYALÊN ERDOGAN DÎSA VEGERÎNE”

Eslan Eslan herwiha bal kişand li berjewendiyin dewleta Tirkî li ser hebûna DAIŞê û wiha got: “Bi saya DAIŞ’ê Dewleta Tirk hem li Iraqê, hem jî li Sûrî dagirkeriya xwe zêde kir. Îro li Başûrê Kurdistanê li 40 baregehên wê hene. Li Sûrî jî gelek herêm digîrkirne. Çeteyên DAIŞ’ê niha bûne çeteyên Dewleta Tirk. Erdogan careke din sînorên Mîsaki Mîllî vegerînya. Ji ber wê bi dehan hezar çete şandin Lîbiya û Qerbaxê. Cavê wê niha jî li Kerkûk, Mûsil û Helebê ye. Şengal jî wekî navenda projeya xwe hilbijartiye. Lewra beriya bi çend mehan êriş birin ser herêma Garê û xwestin ji wê derê, Şengalê têxin bin kontrola xwe.”