Biradost Mîtanî : Li ziman, çand û dîroka xwe, xwedî derkevin

207

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Biradost Mîtanî diyar kir ku li beramberî dagikeran ji bo parastina gelekî, pênûs jî qasî tifeng paristineke pêwîst û bi bandor e.

Çanda gelelekî, hebûna û hêza wî dide nîşandan. Dagirker jî ji bo tinekirina gelekî, destpêkê êrişî nerxên çand û civaka wî gelî dikin. Gelê Kurdî jî yek ji wan gelan e ku xwedî dîrok û çandeke kevnar û mezin e. Ji ber wê, dagirker bênavber êriş li ser çand û nirxên civakî yên kurdan dike. Li beramberî van êrişa bi sedsalane gelê kurd tekoşîn dike û li ber xwe dide. Nivîskar û lêkolînerê Kurd Biradost Mîtanî, di derbarê êrişên li ser çand û dîroka gelê kurd ji rojnameya me re axivî.

PÊNÛS ZIMANÊ ŞOREŞÊ YE

Mîtanî bal kişand ser girîngiya pênûsa nivîskaran û gotinên xwe wiha bi lêv kirin; “Dema em dibêjin ‘pênûs’ nivîskar, wêjevan, dîroknas û her kesê welatparêz li xwe digire. Jixwe rol û erka pênûsê jî ne kêmî yê tivingê ye. Xebata wê jî dikeve xizmeta bihêzkirina şoreşê. Girîngiya pênûsê jî ewe ku nerxên jiyan û rastiyêya hebûna gelan nîşan dide. Di encamê de jî asta welatparêziyê di nava civakê de xurtir dike. Gel jî bi naskirina nirxên azadiyê, pêşgirya şoreşa xwe dike û civakek bi rêxistin tê afirandin. Ya herî girîng jî rastiya jinê, girîngî û peşengiya wê ya ku hatîye windakirin, bi vê pênûsê dîsa hat bîranîn û şirovekirin. Nerxên jiyanê tev bi vê pênûsê mayînde kirin. Ji ber wê dijminên nirxên gelan(dagirker), li gel êrişên fizîkî yên li ser gelên wek Kurdan dikin, heman demê êrişî çand û pênûsa wa jî dikin.”

“JI BO TINEKIRINA GELÊ ME, ÊRIŞÎ NERXÊN DÎROK Û CANDÊ DIKIN”

Biradost di axafina xwe de nîşan kir ku, rejimên faşîzm û dagîrker ji dervî êrişên fîzîkî yên li ser gelê kurd, êrişên li ser çand û nirxên civakî jî dijwar kirin e û wiha pêda çû; “teybet dewleta Tirkî ya dagirker di despêka êrişên xwe de çanda kurdan dike armanc, dixwaze çandeke sext e di nav civakê de belav bike. Di  gel de hişmendîya nebawerî û revê ava dike. Herwiha pênûsên sexte yên li dijî nirxên civakî ava û belav dike ku, civakekê li gorî berjewendiyên kaptîlizmê ava bike. Ji bo berovjîkirina dîrokê û çanda gel, cûrbecûr rêbaza bi kar tîne û pirojeya ava dike. Teybet çapemenî ji xwe re kiriye amûrê şerê teybet. Guhertina demografî ku niha li efrîn jî tê kirin yek ji wan projeyan e. Dijminê ku şerê bêexleq dimeşîne dixwaze bandora ziman, dîrok, girêdana gelê bi doza şoreş û berxwedanê, di civakê de lewaz bike. Lê divê gelê Kurd nekeve vê xefkê de.”

“ÇANDA Û DÎROKA XWE BIPARÊZIN, ŞOREŞÊ PÊŞ BIXIN.”

Mîtanî têkildarî şoreşa Rojava ev nirxandin kir; “Piştî destkeftiyên şoreşê, Rewşenbîr, Zimanzan û Zanistvan yên Kurd derketin qada civakê. Destkeftiya herî pîroz jî perwerdeya ku bi zimanê kurdî bû. Îro bi saya şoreşê, kurd û çanda xwe gihaştin asteke navneteweyî. Nifşeke nû li gorî rastiyên nirxên jiyanê tê perwerdekirin û ev yek jî civaka Kurd bihêz dike.”

Nivîskar Biradost Mîtanî axaftina xwe bi vê peyamê qedand; “Ji bo xwedî derketina li dîrok û çanda xwe, em bangê li her kesî dikin ku pêşgiriya vê şoreş û destkeftiyên wê bike. Divê pênûs jî li gel tivingê xebat bike. Êriş û planên dijmin, li beramberî vê berxwedan û lehengiya tê kirin divê tev bên nivîsandin. Herwiha divê endamên civakê yên dîrokzan, mamoste, bazirgan û karker rastiya şoreşê bi xebata xwe bidin naskirin û wê li pêş bixin.”