“Wê dîsa Tama şkestinê vegere bin zimanê Erdogan”

89

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

23ê Nîsanê, êrişên dewleta tirkî ya dagîrker li ser herêmên parastina medyayê dest pê kir. Ev êriş, ji aliyê gelê başûr bi çalakiyan hat şermezarkirin. Narîman Ehmed got :”Wê HPGê dîsa xewnên Erdogan têk bibe, gelê başûr jî berxwedana gerîla pîroz dike.”  

“GERÎLA HÊZ Û VÎNA GELÊ KURD DIDE NÎŞAN, EV YEK DIJMIN ACIZ DIKE”

Derbarê êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker yên li ser Herêmên Parastina Medyayê, Endamê  Desteya Rêveberiya Tevgera Azadî li başûrê Kurdistanê Narîman Ehmed axivî û diyar kir ku hişmendaya rejima Tirkî, hebûn û hêza kurdan qebûl nake. Lewra êrişên xwe yên hovane ji bo têk dana aramiya herêmê didomîne.

Narîman Ehmed axaftina xwe wiha rêz kir: “Ji her kesî re hatiye eşkerekirin ku hêz û destkefiyên kurdan, berjewendiyên Erdogan dixin xeterê de. Ji ber wê êrişên xwe bênavber li ser rojavayê Kurdistan, Şingal û başûrê Kurdistan didomîne. Niha jî dixwaze bi êrişên xwe li ser Zap, Avaşîn û Metîna hêz û vîna gelê Kurd ya ku bi hêzên gerîla tê nîşandan, bişkîne. Berî niha jî bi heman armancê êrişî Garê kiri bû. Lê ji wêneyê  binketinê têr nabe.”

“BI RENGEKE ALÎKAR PDK Û YNKÊ XWE DIDIN NÎŞAN”

Narîman Ehmed helwest û kiryarên PDK û YNKê ku dikevin xizmeta berjewendiyên dijminê gelê kurd de şermezar kir û wiha nirxand :”Mixabin desthilata herêmê mijûlî berjewendiyên xwe ne. Dîsa her du partî bêdengiyê li hemberî êrişan di hilbijêrin û ev yek jî nîşana pişgiriyê ye. Divê hikumet û parlamenên herêmê ji helwesta xwe ya bêdengiyê vegerin. Herwiha divê êrişan şermezar bikin û bi fermî banga derkirina hêzên dagîrkeriya Tirkî ji başûr bikin.”

“GELÊ BAŞÛR WÊ LI DIJÎ ÊRIŞÊN DAGÎRKERAN XEBATA XWE BIDOMÎNIN”

Hêjayî gotinê ye ku 25ê Nîsanê gelê Başûr bi xwepêşandanekê, nerazîbûn û fikarên xwe li dijî êrişan nîşan dan. Lê ev çalakî ji aliyê Asayîşê YNKê hat astenk kirin û bi dehan çalakvan hatin destgîrkirin.

Endamê Desteya Rêvberiya Tevgera Azadî, bûyer û helwesta gelê başûr anî ziman û bi vê peyamê axaftina xwe qedand: “Sûcên li dijî xwepêşandanan, teqez dike ku bi erêniya PDK û YNKê êrişên dewleta dagîrker tên kirin. Dixwazin çavên gelê başûr bi propagandayên şerê teybet bigirin û wî mijûl bikin ku ji xebata xwe ya azadiyê dûr bikeve. Lê gelê başûr bi propaganda wan yên qirêj nayê xapandin. Hem li qadan, hem jî li ser soşyal medya, wê êrişên dagerkeran şermezar bikin û pişgiriya xwe ji gerîla nîşan bidin.”