Navendên Daxwazên Edaletê

103

Faruk Sakik

Di dema Împaratorê Romayê Tîberîus de, cînayet û êşkence derdikeve asta herî bilind. Li ser vê rewşê hevalê Împarator Nerva, êdî naxwaze ku bibe şahidê vê rewşê. Ji bo pêkanîna edaletê, li ber deriyê qesrê dest bi rojiya mirinê dike.

Helbestvanê Îrlandî, William Butler Yeats li ser mirina wî nivîsekê dinivîse û weha dibêje:

…Eger li mirovekî neheqî hatibe kirin an jî texmîn bike ku neheqî lê hatiye kirin û li ber deriyê xelkê ji birçîna bimire, eger ew derî deriyê Qiralan be jî, wê qêrîna wî heta hetayî di guhê gel de, bimîne.

Li cîhanê li gelek deveran lêgerînên edaletê hene. Li van navendan, ji kesên ku edalet binpêkirine, edalet tê xwestin.

Siyaseta dewletan dibû sedema mexdûriyeta mirovan. ‘Edalet’ di dest wan de bû. Gelek caran dewletên ku edalet di dest wan de bû, wan bixwe ev edalet binpê dikirin. Piştî ku rêveberî diket dest wan, wan jî peyva ‘Edaletê’ wek çek li dijî gelê xwe bikartanî.

Ev edalet ji bo kê ye? Çima hawar û qêrîna edaletyê ya kesên ku zarokên wan têne revandin, windakirin û kuştin, nayê bihîstin? Çima hawara dayikên ku zarokên wan hatin revandin û li qereqolên leşker û polîsan hatin kuştin, nayê bihîstin?

Tenê bersivek heye, ew jî bêedaletya kesên ku ‘edalet’ xistine destê xwe de ye.

Dema ku li Tirkiyê, edalet hat binpêkirin, li dijî van desthilatdaran hin ‘navendên lêgerîna li edaletê’ avabûn.

Mînak; Li ber deriyê Lîseya Galatasaray, Parka Koşuyolu û Kolana Gulîstan; Her hefte çalakiya ‘Dayikên Şemiyê’ pêktê.

Ber Gara Enqerê; 101 malbatên kesên ku zarok û merivên wan ên banga aştî û demokrasiyê li Enqerê kirin û li GAR’a Enqerê hatin kuştin, her meh ji bo pêkanîna edaletê li ber deriyê Gara Enqerê, daxuyaniyê didin.

Li ber Edliyeya Rihayê;  Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferit Şenyaşar bi daxwaza “edaletê” çalakiya rûniştinê pêk tînin.

Li Şengalê jî di bin “Konê Rûmetê” de; Li dijî peymana 9’ê Cotmehê û ji bo naskirina statuya Şengalê, berxwedanek e bê navber dewam dike. Şengalî daxwaza pêkanîna edaletê li Neteweyên Yekbûyî û hikumeta Iraqê, dikin.

Girtîgeh;  Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, girtiyên azadiyê li dehan zîndanên dewleta Tirk di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya girtiyan a bêdem û bidorvegerî di 27ê Mijdara 2020’an de destpêkir. Grev her 5 rojan dewrî komên nû, dibe.

Çalakiya girtiyên azadiyê jî weke çalakiya Nerva ya li  ber deriyê qralê Romayê ye.

Faşîzma AKP’ê her çiqasî di tecrîdê de bi israr e, berxwedana girtiyên azadiyê jî ji bo azadiya Ocalan, bi biryardarî dewam dike.

Dibe ku bêgotin encamwergritina ji çalakiya zindanan, zehmet e. Na…. Nedsetpêkirina vê çalakiyê wê bihata wateya erêkirina dîlgirtin û tecrîda rêber Apo.

Nerva jî Qral Tîberîus baş nasdikir. Lê ji bo balê bikişîne ser bêedaletya wî, mirin da ber çavên xwe.

Çalakvanên li girtîgehan jî vê yekê baş dizanin. Dibe ku Faşîzm, demek e dirêj beramberî çalakiya wan, bêdengiya xwe dewam bike. Lê heger ji derve ev nobeda azadiyê dewr were girtin û pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ were xurtkirin wê encam were girtin. Girtiyên Azadiyê vê yekê ji berxwedan û encamwergirtina çalakiya M. Hayrî durmuş û Kemal Pîr, dizanin.

Îro li derve xemsariya sala 1982’an dûbare dibe, metirsî jî ev e. Îro ji her demê bêtir derfeta piştgiriya çalakgerên zîndanan heye. Pêwist e li derve mirovahî cilika xemsariyê ji ser xwe bavêje.