“Divê em ji bo azadiya Rêbertiyê têkoşînê xurt bikin”

54

Dayîkên şehîdan dan zanîn ku rêber Ocalan ji bo rizgarkirina gelên bindest û jinan kedeke mezin daye û gotin, divê em ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Dewleta tirkî ya dagîrker hê jî li dijî rêber Abdullah Ocalan siyaseta tecrîda girankirî dide meşandin û nahêle malbat û parêzer pê re hevdîtinê bikin. Di vê mijarê de bi gelek dayîkên şehîdan yên bajarê Helebê re hevdîtn hatin kirin. Dayîkên şehîdan diyar kirin  ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan divê di her alî de têkoşîna bê xurtkirin.

Dayîka şehîd Viyan, Sedîqe Mihemed ji Helebê ji rêber Abdullah Ocalan û girtiyên Kurd re yên di girtîgehên dewleta tirkî ya dagîrker de silav şandin.

JI BO AZADIYÊ BERDÊL TÊ DAYÎN, LÊ EM NE POŞMAN IN

Sedîqe Mihemed li axaftina xwe ev zêde kir: “Em her tim gotina “Şehîd namirin” dibêjin, ev jî tê wateyê ku em soza şopandina riya şehîdan û xeta rêber Abdullah Ocalan dişopînin. Rêber Ocalan jiyana xwe kiriye xizmeta doza gelê xwe û gelên bindest.”

Têkildarî berdêlên ji bo parastina nasnameya kurdî hatîn dayîn, Sedîqe Mihemed wiha got: “Me bi hezaran şehîd dan û em ne poşman in. Ji ber ku qelenê azadiyê biha ye, îro rêberê me girtî ye û ev dihêle ku em bi hêrs bibin.”

Sedîqe Mihemed di dawiyê de diyar kir ku wê têkoşîna ji bo azadiya rêber Ocalan bidomînin heta ku civaka navneteweyî ji bêdengiya xwe derkeve û daxwaziyên wan pêk bîne.

BI SAYA RÊBER ABDULLAH OCALAN ME NASNAMEYA XWE NAS KIR

Dayîka şehîd Mezlûm, Emîne Ebdo jî diyar kir ku rêber Ocalan bi pêkanîna şoreşa azadiyê li çar aliyên Kurdistanê, hişt ku rejimên dîktator hesabê Kurdan bikin. Ew jî piştî ku gelê Kurd li ber keviya têkçûnê bû, pêk hat.

Emîne Ebdo bal kişand ser cewherê fikirê ku rêber Abdullah Ocalan ji jinên Kurd re pêşkêş kiriye, û wiha got: “Bi armanca parastina nasnameya xwe, me xwest beşdarî çalakiyên ku partiyên beriya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê were damezirandin, orgenîze dikirin, bibin, lê wan partiyan girîngî nedid jinên Kurd û tevlêbûna me red dikirin.”

Emîne Ebdo diyar kir ku rêber Ocalan heqîqet û vîna jinan bi wan da naskirin û ji wan re rê nîşan da ku tevlî her qadê bibin û ev yek lê zêde kir: “Ji me re got, azadiya Kurdistanê di rizgarkirina jinên Kurd de ye.”

MAFÊ HER KESÎ YE KU TEVLÎ ŞOREŞÊ BIBE

Dayîka Şehîd Ozgûr, Fayze Xelîl jî diyar kir ku armanca dijmin ew e ku gelê Kurd qir bike, Kurdistanê parçe bike û şoreşên wê biçewisîne, lê bi derketina rêber Abdullah Ocalan re Kurdan karî hêviyên xwe zindî bikin û parastina nasnameya xwe bikin.

Fayze Xelîl derbarê perspektîfên rêber Abdullah Ocalan de wiha got: “Gelek caran em bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştin. Rêbertiyê ji me re digot, tevî gelek plan û komplo li dijî me hene, divê em bi dozê re hevgirtî bin. Herwiha rêber Apo ji me re destnîşan dikir ku bê cudabûn mafê her kesî ye ku tevlî şoreşê bibe û cihê xwe tê de bigire.”

ANHA