Armanca derewên artêşa tirkî

50

Zekî Bedran

Dewleta tirkî her çiqas di hundir de pirsgirêkên wê yên giran hebin jî, li Sûriyê dixebite dagîrkeriya xwe mayînde bike û dijmintiya Kurdan didomîne. Hikumeta AKP û MHPê rengekî faşîzmê dimeşîne. Ti rewabûna dagîrikina Sûriyê nîne. Lê bi demagojî û komployan dixebite egeran jê re peyda bike. Faşîstên Tirkan digel nakokiyên nava xwe di xurtkirina nijadperestî û miliyetgiriyê de di nava pêşbirkê de ne.

Dewleta tirkî li Sûriyê dixebite herêmên dagîr kirîn bi ser welatê xwe ve bike. Li herêmên weke Efrînê qirkirina neteweyî dike. Zimanê kurdî qedexe dike. Fakûlteyên xwe vedike. Qaymeqam, amir û memûrên rêveberiyê dişîne wir. Herêmên weke Til Rifet û Şehba di binê êrişan de ne. Êrişên ser Eyn Îsa û Til Temir jî dewam dikin. Dixwaze herêmên dagîr kirîn fireh bike. Dixebite derfetên domandin jiyana gel ji holê reke. Li gundewaran ku mirov nikaribin zeviyên xwe biçînin û heywanên xwe biçêrînin, derfetên jiyanê namînin. Wê demê ji koçberiyê pêve ti rê li pêşiya wan namînin. Weke din ji ber topbaranê ewleyiya canê wan jî namîne. Çawa ku heta niha gelek sîvîl hatine kuştin.

Gelê Sûriyê ji vî şerî pir kişand. Hem li hundir hem li derve gelek hêz û derdor dixwazin şer biqede û bi riyên siyasî pirsgirêk çareser bibe. Lê Tirkiye li dû êrişên nû û planên dagîrkirinê ye. Li şûna ku dawiyê li dagîrkeriyê bîne û vekişe, weke hêzeke mayînde tev digere. Dewletên dinyayê tev û derdorên demokratîk dixwazin dagîrkerî biqede û hêzên biyanê ji Sûriyê derkevin. Lê Tirkiye di tersê wê de israr dike. Bê ku şerm bike her tim dibêje em alîgirên yekbûna erdê Sûriyê ne. Li milekî amadekariya dagîrkerî û li milekî gotina alîgiriya yekbûna erdê Sûriyê karê Tirkan e. Di wî warî de mahir in.

Jimara Kurdên li Sûriyê ne pir e. Rojava parçeyê Kurdistanê yê herî piçûk e. Kurd bi piranî li nêzî sînorê Tirkiyê ne. Lewre sînorên heyîn ne sînorên xwezayî ne. Ji aliyê Fransa û Tirkan ve hatina xîzkirin û di navbera eşîr û gundên Kurdan de li ser nexşeyê xet hatine kişandin. Kurdan ti caran ev sînor qebûl nekirine. Ew dibêjin “serxet û binxet”. Di serê wan de cî nebû ku du welat in. Li binxetê ango Kurdên di nava sînorên Sûriyê de ji ber êrişên DAIŞê û nekarîna rejima Beesê ya parastina herêmê Kurdan xwe bi rêxistin kir û xebitîn herêmên xwe biparêzin. Bi berxwedan, biryar û şerê xwe bi koalisyona navneteweyî re xebitîn. DAIŞ bin xistin. Lê Tirkiyê qebûl nekir ku Kurd hebin û bibin xwedîstatû. Li hemberî vê dest bi dagîrkirinê kir. Xebitîn ku yên DAIŞ tine kirîn ji herêmê derîne û tine bike. Dixebite ku sînorekî bê Kurd û Sûriyeyeke bê Kurd biafirîne.

Dewleta tirkî hi gelên dinyayê re her tim derew kirin. Rastî berûvajî kirin. Her tim dibêje PKK û YPG yek in. “PKK terorîst e.” PKK û DAIŞ yek in. Em ferqê nexin navbera wan. YPG ji bo me tehdîd e. Di sînorê me re dikevin welatê me. Her tim van derewan dubare dike û dibêje; çar pênc endamên PKK û YPGê hatin kuştin. Ti kes napirse, nabêje yên hatîn kuştin kî ne, navên wan çi ne, cenazeyên wan li kû ne. Ev nûçeyên derew ji aliyê artêşa tirkî ve tên belavkirin. Yekser ji aliyê wezareta parastinê ve tê belavkirin. Ev polîtîkaya wan diyar dike. Dewleta tirkî her tim derew ji dinyayê re kirin. Got, YPG ji bo me tehdîd e. Lê dinya dibîne. Hêzeke YPGê ya ku artêşeke NATO û Tirkiyê tehdîd bike nîne. Weke din ya tehdîd dike û dagîr dike dewleta tirkî ye. Dewleta tirkî jî ji bo veşartin û berûvajîkirina van rastiyan dibêje; PKK/YPG êrişî sînorên me dikin. Van nûçeyên derew belav dikin. Berpirsên YPGê dembidem van nûçeyan derew derdixin. Lê divê gel û kesên bi siyasetê re mijûl dibin bizanin ku ev nûçe bi zanebûn û bi niyeteke xerab tên belavkirin. Dewleta tirkî bi van nûçeyan dixebite êriş û dagîrkeriya xwe rewa bike. Li herêmên weke Eyn Îsa baregehên xwe zêde dike û çeperên xwe qayîm dike. Ev der ne herêmên nêzîkî sînorên Tirkiyê ne. Li aliyê din Eyn Îsa her roj dibinê êrişan de ye. Ev delîla wê ye ku dewleta tirkî dixwaze şer belav bike û planên dagîrkeriya nû dike. Riya afirandina aramî û aştiyê û parastina yekbûna Sûriyê di qewitandina dagîrkeriya tirkî de ye.