Siyasetmedarê Kurd Yûsiv Dîbo jiyana koça dawî kir

51

Siyasetmedarê Kurd Yûsiv Dîbo di 85 saliya xwe de di encama krîza dil de roja Pêncşemê jiyana xwe ji dest da. Dîbo ji şêniyên taxa Cemaya ya Qamişlo ye.

Yûsiv Dîbo yek ji welatparêzên bakur û rojhilatê Sûriyê ye û jiyana xwe di siyasetê de derbas kir. Dîbo bavê endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD’ê Sînhanok Dîbo ye.

Yûsiv Dîbo sala 1957’an tevlî tevgera siyasî bû û ji dema damezirandina Partiya Demokratîk Kurdistanî li Sûriyê tevlî bûye. Sala 1965’an jî tevlî Partiya Çepgir ya Kurdî bûye û sala 1989’an heta 1997’an sekreterê giştî ya partiyê bû.

Yûsiv Dîbo dawiya 1999’an ji ber nakokiyên di nivîsgeha siyasî ya partiyê de derketîn, xwe ji kar kişand.

Li aliyekî din jî Dîbo sala 2015’an bû endamê payebilind yê PYD’ê.

Dîbo ji hêla hikumeta Şamê ve 6 caran hatiye girtin. Herwiha dadgeriya leşkerî ya Şamê sala 1974’an bi behaneya tevlîbûna li komeleyeke nepenî ji mafên sîvîltî bêpar kir.

ANHA