“Şano dayîka huneran û neynika civakê ye”

52

Kawa Fetah şano bi “Dayîka huneran û neynika civakê” bi nav kir û got, divê heskiriyên şanoyê gavên çalak biavêjin da rastiya heskirina xwe ya hunerê nîşan bidin.

Mihrîcana 5`an ya Yekta Herekol ya Şanoyê 27`ê Adarê bi hilbijartina 9 şanoyan ji 23 şanoyan ji aliyê komîteya nirxandinê ve dest pê kir. Diviya 6`ê Nîsanê mihrîcan bi dawî bibe. Lê ji ber ragihandina qedexeyê 5ê mehê qediya.

Têkildarî nirxandina komîteya nirxandinê ya mihrîcanê, endamê komîteyê Kawa Fetah diyar kir ku şano li gorî pirrengiyê û erdnîgariya bakur û rojhilatê Sûriyê hatin hilbijartin.

Komîteyê bi vê yekê xwest ku derfet li pêşiya gelek berheman vekin ku nikarîn di mewsimên borî de tev lê bibin. Îsal ji komên şano ji Reqa û navçeya Til Koçerê beşdarî mihrîcanê bûn.

Mihrîcana îsal bi tevlêbûna tîmên jinan cuda bû. Du tîmên jinan yek girêdayî Kevana Zêrîn ku şanoya “Aştiya li ser baskên çûkan” pêşkêş kir û tîma Tolhildan Xweser ku şanoya “Qêrîn” pêşkêş kir.

Derbarê mijarê de Kawa Fetah diyar kir ku dozên civakî, azarên civakê ji ber şer û aloziyê, koçberî û guhertina demografîk ya ku li herêmên dagîrkirî diqewimin û rewşa koçberan di nava kampan de, bûn mijara şanoyan.

QIRKIRINA ÇANDÊ

Her civak xwediya çandeke cuda ye û pê tê naskirin. Gelê Kurd jî ji gelên ku xwedî mîraseke çandî ya zengîn e. Lê desthilatan û kapîtalîzmê bi tevahiya rêbazan hewl dan çanda gelê Kurd tine bikin. Lewre çand nasname û hebûna her civakekê ye.

Ji ber wê di hinek aliyên bingehî yên çandê de mîna şano pêş neket. Lê gelê Kurd ji bo parastina şanoya kurdî li ber xwe da û hê jî di berxwedanê de bi israr e.

Fetah da xuyakirin ku şanoya kurdî xwedî girîngiyeke mezin û bondereke diyar li ser cîhanê ye. Fetah anî ziman ku derfetên kêm, dagîrkirina herêmên kurdî, qirkirina çanda kurdî ji aliyê pergalên desthilatdar ve roleke mezin di paşdemayîna hunera şanoyê de lîst.

Têkildarî asta şanoyên li bakur û rojhilatê Kurdistanê Fetah diyar kir ku her du jî bi rêya pêşxistina hunera derhêneriyê û nivîsandinê gelek pêşketî ne.

Fetah da zanîn ku li bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina şanoyê heta ku bigihîje asta cîhanê gelek xebat tê kirin. Fetah diyar kir ku Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol ji bo danasîna şanoya kurdî hatiye veqetandin û nîşaneya balkêşî û eleqedariya bi çanda kurdî re ye.

Fetah got, şano neynik û rengvedana çand û şaristaniya her civakê ye. Roleke girîng di parastina çand û dîrokê de dilîze.”

REXNEYÊN WÊJEYÎ

Têkildarî nêrînên komîteya nirxandinê ku ji 6 endamên pispor û akademisyanên şanogerî pêk tê, Fetah diyar kir ku komîteyê şano bi rêya diyalog û peyamê wê, nirxand  û wiha berdewam kir: ” Rola lîstikvanan de, dîkor, xebata hevbeş û derhêner jî di ber çavan re hat derbaskirin.”

Tê payîn ku komîteya nirxandinê civînekê bi tîmên şanoger re ku şano pêşkêş kirine lidar bixe da ku di demên pêş de şaşîtiyan derbas bikin û bi awayekî baştir şanoyan pêşkêş bike.

Kawa Fetah da zanîn ku divê girîngiyek ji şanoyê re were nîşandan, da ku bibe lêvegera nifşên paşrojê.

ANHA