Rêber Apo heqîqeta me ye

73

Gulîstan Xalid

Di mirov de herdem lêgera naskirina xwe û hawirdora xwe hebûye û ewê herdem jî hebe. Jiber zanebûn û keşifkirina heqîqeta rastiyan bê sînore. Rastî herdem hene, lê pênaseya ji rastiyan re dughere. Guhertina pênaseyan jî bi vebûna ufqên mirov û têgihiştina ku li gorî qanûnên gerdûnê, ne li gorî qanûnên ku bi aqlê mirov yê girêdayî berjewendî û hesabên teng ve dema ku pêşket, wê demê mirov nêzîkî heqîqetê dibe. Her rastiyek heqîqeteke xwe heye, lê heqîqeta her rastiyekê yeke, ew jî faamkirina qanênên xwezaya wê rastiyê û girêdaneke rast ya di navbera sedem û encamên hebûna wê de dana çêkirine.  Her rastî çiqas li gorî xwezaya xwe tevbigere, an were bi tevger kirin, were pênase kirin ewqes dibe nêzî heqîqeta xwe. Weke mirov jî dema ku em li heqîqeta xwe digerin, vegera li kokê xwe, xwezaya xwe û jiyaneke li ser wî esasî dixwazin. Jiber sisteman, bîrdoziyan li gorî xwe an jî bi qasî têgihiştina xwe civakan înşa-ava dikin, lê di înşakirina civak û mirov de dema ku qalib an jî sînorên hişk hebin, ew dem xetimandin destpê dike, xetimandin jî dibe sedemên qawisan.

Ji rastiyên ku heqîqeta wê hatiye berovajî kirin û gelek leystok ji bo çewitkirina wê rastiyê di mejiyê mirovan de dana runişkandin jine. Jin rastiyeke, hebûneke, zindiyeke, lê heqîqeta vê hebûnê jin jî civak jî pêwîstiya wan ya şîrovekirineke di cih de hebûye. Weke jin em gelek bi şansin ku di serdema me de rêbereke xwedî lêgera heqîqetê û evîndarê azadiyê derket . Rêber Apo ji bo jinan û gelan riyeke nu nîşan da, pireke ji heqîqeta ku xwe pê bighîne rastiyê ava kir. Ew heqîqet jî nerîna ku pirsgirêkên azadiyê şîrove dike û mirovan dighîne sedemên rastî û dihêle ku encamên xurte jê derxîne. dema ku dibêje her mirovek gerdûneke biçûke, mirov çiqas rastiya vê gerdûna biçûk û tevgera wê nas bike, ewqes dikare sistema gerdûna mezin û wateya wê jî faam bike. Jiber mirov bi xwe jî parçeyeke xwezayê ye, xweza jî têkiliya di navbera hebûna me û jiyana li gorî xwezaya xwe ya azad ya ku zirarê nade ahengiya sistema gerdûnî îfade dike. Xwezaya azad, ya çêker, afrîner, avakre û herikbar.

Rêber Apo jî ew dîwarên ku li ser xwezaya mirov hatibû avakirin hilweşand. Di şexsê jin de, tevayî mirovatî di nava pencên desthilatdara de hatibû perpitandin, fetisandin û xetimandin . Rêber Apo, ew zexta desthilatdara ku li ser dînamîka herikbar û hêza hindirîn ya jin û civak hatibû ferzkirin, bi felsefeyeke ku mirova berbi heqîqetê ve dibe rakir. Jin çiqas hêza xwe nas dikin ewqes ji bo civakê jî dibine hêz, civak jî çiqas heqîqeta jin faam dikin ewqes herikbar û afrîner dibin.

Ji lewma her ku heqîqeta Rêber Apo jî ji aliyê jinan û gelan ve tê faam kirin, ewqes kêşer dibe. jiber rêber Apo heqîqet me û rastiya gerdûna hindirê mirov bixweye.