Li herêma Firatê ji 9’ê Nîsanê ve qedexeya giştî dest pê dike

28

Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Herêma Firatê ragihand ku ji 9’ê Nîsanê ve qedexeya derketina derve ya giştî dest pê dike û wê 10 rojan dewam bike.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Herêma Firatê li ser mijarê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:”Ji ber derketina pêla sisiyan ya vîrûsa koronayê û tomarkirina kesên pêketî li herêma Firatê, em bang li welatiyên ku li herêmên Firatê dimînin dikin ku tedbîrên tenduristiyê yên şexsî  pêk bînin (Maskan bi kar bînin, destan dezenfekte bikin, nêzî hev nebin..hwd).

Li gorî pêşniyarên Şaneya Aloziya Koronayê ya herêma Firatê em van biryaran digirin:

-Li seranserê herêma Firatê derketina giştî û çûnhatina di nava herêman de qedexe ye.

-Deverên giştî (Holên şahiya, cihên îbadetê, park, xwaringeh, kafeterya, klûbên werzişê, dikanên bazirganî û pîşesaziyê û dikanên cilûbergan) tên girtin.

– Ji bilî saziyên ku pêwîstiya bi karê rojane heye, xebat li saziyên Rêveberiya Xweser tê rawestandin.

Saziyên ku pêwîstiya wan bi kar heye ev in:

Desteya Tenduristiyê bi tevayiya ekîbên xwe.

Rêveberiya Herêmî û Jîngehê (Karkerên paqijkirin, av, rewşên awarte, aş, nan, muhtemedên nan, kehrebe û rêxistinên mirovî û geşkirinê).

Rêveberiya Sotemeniyê li gorî lîsteya nobetê li benzînxaneyê xebata xwe bidomîn.

Cotkar, xwediyên çêlekan, firoşkarên mast, penêr, firoşkên zebzeyan dikirin di saetên navbera 6 û 8 sibeha de karê xwe bikin

Çûn û derketin ji saet di navbera 5 û 7 ber êvarê de ye.

Têbinî: Tevger wê li gorî qedexeya qismî ya li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê be heta destpêkirina qedexeya giştî di 9’ê Nîsana 2021’ê de.”

ANHA