Apê Yûsiv ser 50 salî re ye karê dirûtinê dike

44

Dirûnkarê herî kevin li bajarê Dêrikê tevî 80 saliya xwe ji ber girêdana wî ya bi pîşe û makîneya dirûnê ve, hê jî wî karî dike.

Li bajarê Dêrikê apê Yûsiv Ebdulehed wekî dibistaneke fêrkirina dirûtinê tê naskirin. Ji dema dest bi vê karî kirî ve, pîşeya xwe fêrî gelek dirûnkarên din kiriye.

Apê Yûsiv sala 1934`an li navçeya Hezex ya bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Li Hezaxê dema 15 salî bû fêrî dirûnê bûye.

Bi awayekî pîşeyî karê xwe dike, rojane di dikana xwe ya piçûkê de li Dêrikê kar dike û dengê makîneya wî ku zêdetirî 50 salî ye li ser dixebite, nayê rawestandin.

Apê Yûsiv dirûnkarê herî kevin yê bajarê Dêrikê ye. Ji destpêka salên 1970`î ve dest bi vî pîşeyê kiriye. Sala 1975`an bawernameya pîşeyî ji Meclisa Bajarê Hesekê gertiye.

Sala 1965`an ji bakurê Kurdistanê ber bi Dêrikê ve koçber dibe. Tevî xalên xwe li bajêr dimîne. Ji bo ku alîkariya malbata xwe bike dest bi dirûtina cilên mêran dike û heta niha vî karî dike.

Tê bîra apê Yûsiv ku destheqê dirûtina cilên mêran dema dest bi kar kiriye 5 lîreyên Sûriyê bûye. Lê niha zêdetirî 50 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Destpêkê bi welatiyekî bi navê Ebdulezîz yê ji Dêrikê re kar dike. Lê apê Yûsiv di dikana wî de cil û taximên mêran didirûtin.

Di destpêka salên 1970`î de apê Yûsiv dikaneke piçûk dikire ku rûbera wê 6 metre çaregoşe ye. Heta niha li wê dikanê li ser makîneya xwe ya kevin cilan didirû.

Apê Yûsiv dibêje min li Midyad, Mêrdîn û Cizîra Botan ji piçûktiya xwe ve li ber destê dirûnkarekî ji bakurê Kurdistanê yê bi navê Edîb fêrî dirûnê bûm û heta niha digel temenê xwe yê mezin pîşeyê xwe didomînim.

ANHA