Ambargoya hikumeta Şamê keresateke mirovî bi xwe re tîne

49

Hêzên hikumeta Şamê yên li bajarê Helebê ambargo danîne ser taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Di encamê de 150 hezar welatî ji sotemeniyê bêpar in û ev jî wê krîzeke mirovî çêke.

Hikumeta Şamê li ser şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê siyaseta birçîkirinê didomîne. Ew jî bandoreke neyênî li wan dike.

Taxa Şêxmeqsûd ku li aliyê bakurê rojavayê bajarê Heleb dikeve, berê ji taxên herî zêde ku rastî êrişên çeteyên artêşa tirkî ya dagîrker û hêzên girêdayî hikumeta Şamê hatiye.

Taxa Şêxmeqsûdê bi taxa Eşrefiyê re mûzaîkekê ji pêkhateyên Sûriyê ji Kurd, Ereb, Tirkmen û Suryan çêdike, bi hev re dijîn û li gorî pergala neteweya demokratîk di nava komîn û meclisan dexwe bi rê ve dibin.

Li gorî qeydên komîteya peymanan ya taxê, jimara şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê nêzî 150 hezar kesî ye û li beşa rojhilat, rojava û Marûf li gel beşa ji taxa Eşrefiyê û gundê Pino bi cih dibin.

Taxa Şêxmeqsûdê ji herêmên pîşesaziyê yên çêkirina cilan li Helebê ye. Bi hebûna pisporî û karkeran werşeyên pîşesaziyê hatine avakirin û cil derbasî derve kirin ku ew jî qûtê piranî malbatên li taxê ye.

Lê ambargoya dawî, ji welatiyan re bû sedema gelek pirsgirêkên jiyanî û astengiya peydakirina madeyên bingehî mîna sotemeniyê ku jêdera dayîna kehrebê ji bo werşeyan e.

AMBARGO NE JI ÎRO VE YE

Ambargoya li ser van taxan ne ji îro ve ye, ji 8 mehan ve hikumeta Şamê astengiyan derdixe, da ku rê li pêşiya peydakirina pêdiviyên sereke yên şêniyan taxan bigire.

TINEBÛNA SOTEMENIYÊ

Ambargoya ku dirêj bûye û tevahî hewldanên çareserkirina wê bi rêya diyalogê bi bin ketine hişt ku sotemenî li taxan tinebe. Di encamê de lîtreya mazotê li sûka reş gihîşt 2 hezar lîreyên Sûriyê û rojane bilind dibe.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêmeqsûd û Eşrefiyê beriya girtina rê bernameyek danî, da ku mazotê li şêniyên her du taxan bi bihayekî guncaw her bermîlek bi 41 hezar û 800 da belav  bike, lê bihayê her bermîla mazotê di dema niha li sûka reş de nêzî 400 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Ji havîna par ve û heta niha hikumeta Şamê ji ber sedemên jeosiyasî rê qut kiriye û hişt ku belavkirina mazotê li welatiyan bi giştî, pêk neyê.

Bihaya her kîloyeke gaza malan gihaşt 6 hezar lîreya Sûriyê, anku heke mirov bixwaze cereyeke gazê ya 9 kîloyan bikire, wê demê dê 54 hezar lîreya Sûriyê bide ku mûçeyê mehekê yê karmendekî hikumeta Şamê ye.

Tevî wê, meclisa giştî hewl dide bi rêya piştevaniya ji hêla Şaredariya Gel ve azarên şêniyan sivik bike û du kîlo gaza malan ji her malbatekê re bi bihaya 600 lîreyî ji her kîloyekê re belav dike ku heta krîz bi dawî bibe.

‛ZEXTÊN JI ALIYÊ BENDÊN KONTROLÊ VE’

Bendên kontrolê yên hêzên hikumeta Şamê ketin û derketina şêniyên Şêxmeqûd û Eşrefiyê asteng dike, nahêlin pir tiştan bi xwe re derbas bikin û her tiştî kontrol dikin.

Li gel wê jî, car bi car nahêlin madeyên wekî ard an jî sotemeniyê û madeyên bingehî yên derbasî taxan bibin ku di encamê de aloziyek li ser welatiyan çêkir. Ku wiha dewam bike wê karesateke mirovî çêbê.

ANHA