35 çete li kampa Holê hatin girtin

31

Fermandarên YAT`ê ragihand ku di operasyonên serdegirtinê yên li Kampa Holê de 35 çete ji şaneyên DAIŞ`ê yên sûrî û iraqî girtine.

Ji dema bidawîbûna “Operasyona Mirovî û Ewleyiyê” ve, operasyonên taybet yên Yekîneyên Antî Terorê (YAT) li Kampa Holê dayîn destpêkirin, dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundir ya bakur û rojhilatê Sûriyê 28`ê Adarê pêvajoya yekê ya “Operasyona Mirovî û Ewleyiyê” dan destpêkirin. Piştî 5 rojan 2`yê Nîsanê operasyon bi dawî bû.

Li gorî fermandarên YAT`ê yekîneyê di 4 rojên borî de 8 jê jin, 35 çete ji şaneyên DAIŞ`ê yên sûrî û iraqî girtine.

Li gorî fermandaran, li beşa 1, 2, 3, 4, 5 û 7 û gelek malên axî yên beşa 1 ya taybet bi penaberên Iraqê yên Kampa Holê 47 operasyonên serdegirtinê pêk anîne.

Fermandaran da zanîn ku YAT`ê li gorî agahiyên ku hêzên ewlekariyê di encama lêpirsînên bi çeteyên ku di “Operasyona Mirovî û Ewleyiyê” de hatine girtine de û bi wan re parve kirine, operasyonên xwe pêk anîne.

Li gorî daxuyaniya bidawîkirina “Operasyona Mirovî û Ewleyiyê” ya Hêzên Ewlekariya Hundir di operasyonê de 20 jê serçete 125 çete hatin girtin.

ANHA