Şaredariyeke din ya Îtalya welatîbûna rûmetê da rêber Abdullah Ocalan

73

Şaredariya Rende ya Cosenza ya ser herêma Calabrîa ya Îtalya, welatîbûna rûmetê da rêber Abdullah Ocalan.

Meclisa Şaredariyê ya Rendeyê ya bi ser bajarê Cosenza Îtalyayê ev bi yek dengî hemwelatîbûna rûmetê da rêber Abdullah Ocalan.

Şaredarê Rendeyê Marcello Manna li meclisa şaredariyê axivî, diyar kir dengê xwe daye welatîbûna rûmetê ya rêber Abdullah Ocalan û got, bi vê biryarê me xwest girîngiya mafê mirovan destnîşan bikin. Bi me çalakiyeke hewce ye ku were destnîşankirin ku li Tirkiyê mafê mirovan tê redkirin.”

Manna diyar kir Ocalan ji bo ku pirsa kurdî bi riyên aştiyane çareser bibe têdikoşe û got, “Konfederaliya dmeokratîk ku Rêberê Gelê Kurd pêşniyar kiriye, modêleke alternatîf a civakî ye ku xwe dispêre ser wekheviyê, cihêrengiya etnîk, dîn, çandî û zayendî.”

Endama Komîteya Çandê ya Meclîsa Şaredariyê Marta Petrusewîcz xelata ku Bûroya Aştiyê ya Navnetewî (IPB Îtalya) 2016’an dayî Abdullah Ocalan bi bîr xist û got, “Ne tesadûf e ku layiqî vê xelatê hatiye dîtin. Abdullah Oalan ku di pêvajoya aştiya Rojhilata Navî de bi roleke kilîdê ye, sembola têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e.”

Endama Meclîsê Lîsa Sorrentîno jî bi bîr xist ku dewleta tirkî hebûna Kurdan inkar dike, gundê wan dişewitine, bi hezaran Kurdan dikuje û işkenceyê li wan dike.

Heta niha li Îtalya van şaredariyên li jêrê welatîbûna rûmetê daye rêber Abdullah Oacalan. Palermo, Napoli, Palagonia, Reggio Emilia, Riace, Martano, Pinerolo, Castel de Giudice, Castel Bottaccio, Berceto, Cinquefrondi, Fossalto

ANF