Rojbûna serok rojbûna vejînê ye

31

Lêzan EVDIKÊ/Qamişlo

Bi pêmana salvegera rojbûna rêber Apo ya 72, Rêveberiya Xweser li gelek deveran pîrozbayî û şahî li dar xistin. Yek ji wan ciyan gundê Senceqa Sedûn yê girêdayî navçeya Amûdê bû ku  gel bi stiranên şoreşgerî û govendê ev roj pîroz kirin. Herwiha jinan bi pêmana vê rojê banga azadiya rêber Apo kir.

“SEROK ZINDANA ÎMRALî KIR QADEKE PERWERDEYÊ”

Ji rêveberiya Edaleta Jinan ya navçeya Amûdê û gundên wê, Mura zoro bi van gotinan hêvî û moralê xwe da xuyakirin: “Di serî de ez rojbûna serok li gelê kurd, bi taybetî jina kurd û tevahiyê mirovahiyê pîroz dikim. Rojbûna serokatî ne wek rojbûna kesayetek normal em digrin dest. Lê rojbûna wî bi sê rengan ne û bi sê qonaxin. yek jê beşê zaroktî ya ku ji malbata xwe dest pê dike, dema ji hevsazî û hevaltiya bi jinê re di zaroktiya xwe de xwe dest pê kir. Ya dudiyan jî dema ku partî damezrand. Di 1975 dema ku hebûna kurd qedexebû û dema ku hêzin din yên kurdî ji çiyayan reviyan serok  di 1978 vê partiyê ava kir û gêrîla perwerde kir û şandin çiyayên qadên azad û soz da ku di kîjan rewşên zor û zehmet de derbas bibe jî dev ji kurdayetiya xwe  berna de. Beşê sisiyan jî dema ku serokatî ket zindanê. Ji xwe hebsa Êmralê dihat zanîn ku kî diketê hêviyên wî dişkestin û ji pêv sê roj ta îniyekê li ber xwe ne didan. Ew zindan ji bo Ednan Mendelîn hatibû çêkirin piştre  hat darvekirin û temenê kefenê ji malbata wî stendin. Serokatî birin eynê zindanê ji bo ku bandorê li fikrê wî bike û zererê bighîne fîzîkiya wî. Lê serokê me bi îradeya xwe ya xurt, bi fikir û ramanê xwe girava Êmralê wergerand zanîngeh û perwerdeyan ta ku bi gelê kurd û tevahiya dinyayê were xwiyakirin ku Êmralê kir qadek perwerde û bi hezaran akadimî jê hatin avakirin di wê demê de netewa dêmokratî hate damezrandin. Serokatî azadiya gel projên wî ne ji bo wê jî em rojbûna wî wek kesayetî nagrin dest, em wek cejna vejînê digrin dest. Ji bo vê yekê jî bandora wî li tevahiya cîhanê heye û bi taybet welatên bin dest ku di vê projeyê xwe dighînin hevdû bi hemû mezheban, hemû olan, hemû netewan bi aşîtî û heskirinê bi hev re bijîn û her wiha fikrê wî ji bo azadiya jinê ku bû sedemek bingehîn ji giranbûna felsefa wî.”

“FIKRÊ RÊBER AZAD E, NAYÊ DORPÊÇKIRIN”

Mura Zoro di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo dolpêçkirina gundê Amara û bi taybet malbata serok, dijmin çi beke û çi neke lê rastiyek di vê navçeyê de heye ew e ku bi hezaran akadimî hatine avakirin çi qas bixwazin fikir dolpêç bikin fikrê rêber azad e û bi rojane tê dayîn û tê fêrkirin. Belkî karibin gunekî xerab bikinm lê tê car nikarin felsefekî mîna ya serok tine bikin. Di her warî de, hem dibistan hem mal hem di kampên berxwedaniyê de zarokên me fêr dibin di warê siyasetî, civakî, exlaqî û aborî de serok wek xweza destê xwe avêtiya hemû tişt . ez bi hêvîme ku sala bê şahiya me bi azadbûna serokatiyê be. Em jî wek jinên kurd  em cihê xwe li her derê digrin û emê heta dawî tekoşîn bikin ta emê xwedî li wî derkevin.ger serok azad nebe jin azad nabe û eger jin azad nebe civak azad nabe”

“MAFÊ ME YE ZANÎNA REWŞA SEROKÊ ME”

Jina ji bajarê amûdê ya bi navê Qedriya Derwîş wiha: “Em rojbûn a serokatî ya 72 sal ji vir heta Êmralê û li gêrîlên çiya, şervanên ku canên xwe dikin feda û li gelê me yên azad pîroz dikin. Eger serokê me dolpêç bikin bi çar dîwaran bawerin ku emê sekan bimînin. Lê em wek ayikjên şehîdan, weke jinên azad, wek gelê xwe emê dû rêberê xwe ne û gavekî paş navêjin. Banga me ji hemû dewletên cîhanê heye ku bi rastiyê re bisekinin. Rastî ew e azadbûna serokê me ye. Ez banga zelalkirina rewşa wî jî dikim ta em nasbikin rewşa rêberê kurd çi ye ”