PLANÊN PDKÊ LI SER XAKA PÎROZ

42

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Di derbarê peyama 9ê Cotmehê ya li dijî Rêveberiya Xweser ya Şigalê Zehera Silêman ji me re axivî û got; PDKê, ji dîroka damezrandina xwe ve Şingal ji xwe re kiriye qada bazarê.

‘‘PLANÊN QIRKIRINA ÊZÎDIYAN DANÎN’’ 

Hevseroka Partiya Azadîya Demokratîk ya Êzîdî(PADÊ) Zehra Silêman, derbarê dîroka projeyên PDKê di Şingalê de agahî dan û wiha axivî ; “PDKe ji dema hat damezrandin heya niha, ji bo  berjewendiyên xwe civak û erdnîgariya Şingalê bi kar di anî. Sala 1975 piştî şkestina şoreşa wê, bê ku gelê êzîdî agahdar bikin, hêzên xwe kşandin û Şingalê radestî Rejima Sedam kir. Bi kşandina hêzên xwe, planên qirkirina êzîdiyan danîn. Rejima Sedam, êzîdî gelek xistin zindanan û komkujî kirin. Ji bo qirkirin û lewazkirina civaka êzîdî, ew ji çiya dûrxistin û li deştê belav kirin.”

‘‘PDKÊ 11 SALAN JI ŞINGALÊ RE ÇI KIR?’’

Zehra Silêman Axaftina xwe wiha domand :” PDKê piştî 2003an vegeriya, qaşo li Şingalê rêveberiyeke hevbeş li gel hikumeta Bexda çêkir. Rêverberiya wan jî ne ji nûnerê gelê Şingalê ve pêk hatibû, ev rêveberî ji gelê êzîdî dûr bû û têkilî di navbera wan de tine bû. Ew jî bo sedema derketina gelek pirsgirêkan. Yek ji wan pirsgirêkan teqîna 2007an li Til Ezirê bû, ku bi sedan êzîdî bûn qurban û şehîd ketin. PDKê ta niha jî, encamên lêkolînên xwe derbarê teqînê eşkere nekiriye. Rewşa êzîdiyan di 11 salan ku desthilat bû rojbiroj xerabtir dibû. 2014an jî hêzên xwe bi plan û bi fermana Hewlêrê ji Şingalê de kşandin. Vê carê em radestî DAIŞê kirin û rê dan çeteyan ku komkuji bikin. Li hember Şengalê dîsa îxaneta PDKê û dîsa komkujî… Bi hezaran jinên êzîdî hatin revandin û firotin ku Çarenûsa gelek ji wan jina hîn nediyar e.”

‘‘ŞOREŞA ME BÛYE KELEM JI WAN RE’’

Hevseroka PADÊ axaftina xwe domand û ev nirxandin kir : “Piştî êrişên DAIŞê rewş hat guhertin û şoreşa gelê êzîdî destpê kir. Di encamê de rêveberiyeke xweser û Hêzeke leşkerî bi êzîdiyan hat avakirin. Gelek pirsgirêk jî hatin çareserkirin û jina Êzîdî jî cihê xwe di rêveberiyê de girt û rola xwe list. Bi vî şêvazî civakeke bihêz ya êzîdî  ava bû ye. Hêzên ku di 1975 û 2014an de bibûn sedema qirkirina gelê êzîdî, 9ê Cotmehê dîsa peyman û gefên xwe li dijî gelê Şengalê derxistin holê. Dixwazin şoreş û destkeftên Êzîdiyan yên heft sala bişkînin û vîna jina êzîdî jî tine bikin.”

EM SERÊ XWE JI TI KESÎ RE NA TEWÎNIN

Zehra Silêman axaftina xwe wiha qedand; “73 ferman li serê me hatin, xwestin me tine bikin. Lê çi bibe bila bibe, em vê carê nahêlin projeyên wan, li Şingalê serbikevin. Emê xebat û têkoşîna xwe xurttir bikin û destkeftin şoreşê biparêzin. Em Banga xwe li rêxistinên navneteweyî, gel û jinên cîhanê dikin ku gefên PDKê, Dewleta Tirkî ya dagîrker û hikumeta Bexdê şermezar bikin û çalakiyan li dijî faşîzma wan lidar bixin.”