Li Şehba û Qamişlo ji bo zarokên şehîdan şahî hatin lidarxistin

52

Bi piştgiriya Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Efrînê û hevkariya Desteya Çand û Hunerê re bi pêmana Roja Cîhanê ya Sêwiyan ji bo zarokên şehîdan li Şehba şahiyek hat lidarxistin. Bi heman pêmana li Qamişlo jî şahiyek hat lidarxistin.

Li Hola Mîhtan ya Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas ya girêdayî Şehba ji bo 63 zarokên bi temenên cuda re şahiyek hate lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê cîgira Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Efrînê Wefaa Hisên wiha got: “Pêdiviya sêwiyan bi heskirina ji hêla civakê ve heye. Bi pêmana vê rojê cîhan şahiyan li dar dixe. Em hewl didin di vê şahiyê de ji sêwiyan re bêjin ku hûn xort û keçên me ne.”

Wefaa Hisên axaftina xwe wiha domand: “Ti ferq di navbera wan û zarokên din de nîne. Divê em şahî û kêfxweşiyê bixin dilên wan û ji xemgîniyê dûr bixin û tev li civakê bikin. Da ku rola xwe ya pêşeng di civakê de bigirin û civakê pêş bixin. Em bang li beşdar, cîhanê û her kesê/a xwedîwijdan dikin ku van zarokan kêfxweş bikin û jiyana baş ji wan re pêk bînin.”

Dûv re koma Çiqilên Zeytûnê, gelek stiran gotin û dîlan hatin gerandin. Pişt re sînevizyonek li ser nakokiya di navbera lawirên kedî û derinde de hate pêşandan û şanoyek bi sernavê “Xewnên Bêreng “hat pêşandan, ew jî li ser xewnên zarokan di dema koçbertiyê de ye.

Şahî bi pêşbirkên werzişî, çandî û lîstokî û belavkirina diyarî û şîraniyan bi dawî bû.

 

Li Qamişlo jî bi pêmana rojbûna rêber Abdullah Ocalan Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo şahiyek ji zarokên şehîdan re li dar xist.

Şahî li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi beşdariya bi dehan zarok û malbatên şehîdan li dar ket.

Şahiyê bi axaftina hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Hêvî Seyd dest pê kir. Hêvî Seyd 4`ê Nîsanê li malbat û zarokên şehîdan pîroz kir û wiha got: “Wekî ku şehîdan bi xwîna xwe ji bo me riya azadiya ronî kir, zarokên wan jî ronahiya paşrojeke ronîdar in. Rêber Ocalan girîngiyê dide zarokên şehîdan û wekî mîrateya şehîdên ku wê riya azadiyê û aştiyê bidomînin, didît.”

Dûvre sinevîzyoneke der barê kurtejiyan û hevdîtinên rêber Abdullah Ocalan ên bi hin malbatên şehîdan re û asta girîngiya ku dida wan, hat pêşandan.

Paşê koma Saz û Awaz û Koma Girbawî stranan pêşkêş kir, zarokên şehîdan jî çend stranên şoreşgerî got û beşdaran govend gerand.

Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan diyarî dane zarokan.

ANHA