Li Kobanê beşa neştegeriya qestere hat vekirin

46

Li nexweşxaneya Kobanê bi desteka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê beşa neştegeriya qestere hat vekirin.

Li Kobanê roja Şemiyê bi beşdarbûna bi dehan bijîşkan û endamên saziyên sîvîl û nûnerên partiyên siyasî yên kantonê, beşa qestere hat vekirin.

Têkildarî mijarê bijîşk û pisporê nexweşiyên dil, Ehmed Ewnî Bozan axivî û behsa pêvajoyên pêkanîna vê projeyê kir ku 3 salan ajotiye. Bozan wiha domand: “Em li bendê bûn ku kadroyên vê beşê amade bibin. Lewre jimara wan li herêmê kêm e û amûrên pêwîst wê demê ne hazir bûn. Lê niha her tişt amade ye.”

Bozan bîr xist ku ji bilî rewşên lezgîn wê rojane 3 nexweşên dil tedawî bikin. Piştî kontrolkirina nexweş eger pêwîstiya wî bi neştegeriya qestereyê hebe wê jê re çêkin.

Bozan da zanîn ku jimara bijîşkên di vî beşî de 4 heta 5an in. 3 hemşîre di odeya venêrîna navendî de û 2 di odeya neştergeriya qestereyê de. Herwiha 5 kes wek alîkarên ku di beşa îdarî de berpirsyar in, di vî beşî de kar dikin.

Derbarê heman mijarê de hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Ehmed Mehmûd diyar kir ku bi armanca sivikkirina azarên nexweşên dil û kêmkirina lêçûnê li ser wan ev beş vekirine. Mehmûd wiha domand: “Li şûna ku biçin li derveyî herêmên Firatê xwe derman bikin, ji niha û şûn de wê li herêmê xwe derman bikin. Ev yek wê barê rêwîtiyê û lêçûnên madî li ser wan sivik bike.”

Mehmûd diyar kir ku lêçûna neştergeriya qestere wê nîvê lêçûna wê ya li derveyî nexweşxaneyê be.

Bijîşk Reşad Kitkani û Ehmed Ewnî Bozan wê beşa qestereyê bi rê ve bibin. Her du jî pisporên nexweşiyên dil in û ji şêniyên Kobanê ne.

ANHA