Li Helebê vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî

52

Navenda Lêkolînên Jineolojî bi merasimekê li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê hat vekirin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, nûnerên Navenda Jineolojî ya herêma Şehba, nûnerên saziyên sîvîl û partiyên siyasî yên taxê beşdarî merasimê bûn.

Di merasimê de piştî rêzgirtinê, ji rêveberên Kongreya Star Zeyneb Efrîn vekirina Navenda Lêkolînên Jineolojî li tevahî jinên taxê pîroz kir û got, em îro li dergûşa şaristaniyê li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê navenda Jineolojiyê vedikin, da jinên ji hemû pêkhateyan di nava xwe de kom bike.”

Zeyneb Efrîn da zanîn ku ji barbanga dîrokê û heta roja me ya îro li dijî jinan zilm û pişaftin ji aliyê pergalên baviksalarî û desthilatdar ve tê meşandin, lê jinan serî dananî û teslîmkarî qebûl nekir. Em îro berhemên vê serhildanê di kesayeta jinan ya di nava Tevgera Rizgariya Jinan de dibînin ku ji bo jiyaneke azad û hevjiyana azad têdikoşin.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Zeyneb Îbo axivî, bal kişand ser rola jinan di şoreşa Rojava de û diyar kir ku bi şoreşê re jinan di qada leşkerî, siyasî û civakî de xwe isbat kir û bi fikirê xwe azad bû û ji bo civakeke exlaq û polîtîk têdikoşe.

Di merasimê de endama rêveber ya Navenda Lêkolînên Jineolojî Yasmîn Menan axivî û got, ev navend bi pêmana rojbûna rêber Abdullah Ocalan yê ji bo azadiya jinan têdikoşe, hat vekirin, da ku dilsoziya jinan bi têkoşîna rêbertiyê re isbat bike.

Piştî axaftinan, dayîka şehîd Nûrhaq û bavê şehîd Alan navend vekirin.

Koma Vejîn, hunermend Fatima Ebdo yên girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo stiran gotin, koma Stêrka Efrînê dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

Merasim bi gerandina xelekên govendê li ber stiranên şoreşgerî bi dawî bû.

ANHA