Ronahî: 4’ê Nîsanê roja vejîna gelê Kurd e

45

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî diyar kir ku, gelê Kurdistanê 4’ê Nîsanê weke rojbûna xwe dibîne û destnîşan kir ku hebûna gelê Kurd bi rastiya Rêbertî ve girêdayî ye.

Elîf Ronahî, li ser rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa ANF re axivî.

Elîf Ronahî diyar kir ku ew rojbûna Rêberê xwe di rêzê de nanirxînin û got, “Wateya ku em didin vê rojbûnê ew e ku gelê Kurd bi hebûn û nasnameya xwe hesiya ye.”

‘JI BER 2 SEDEMAN LI DIJÎ RÊBERÊ ME BI HÊRS IN’

Elîf Ronahî got, “Dewleta Tirkî bi taybetî jî Erdogan û Bahçelî di rewşa heyî de bi bazirganiya xwe ya li ser siyaset û olê dimeşînin, êrişên gelekî giran dibin ser Rêberê me. Ji alîyekê êrişan wan, hêrsa li dijî Rêberê me ye, aliyê din jî dixwazin pêşî li fikrên ji bo mirovahiyê afirandiye bigirin. Naxwazin ku fikir û felsefeya Rêber Apo bigihêje mirovahiyê. Lewma wî tecrîd dikin.”

Elîf Ronahî got, “Her ku paradîgmaya ekolojîk, demokratîk, azadîparêziya zayendî li nava gelan belav bû, bandora xwe ya li ser mirovahiyê zêde bû. Dijmin û hêzên hegemonîk ên navneteweyî jî tirsiyan û xwastin vê hêzê bişkenin. Lewma wezîfeya ku hêzên hegemonîk dane dewleta Tirkî ew e ku dengê Rêberê me bi temamî bibire. Dema ku dibînin nikarin vê bikin, hingî serî li rê û rêbazên qirêj didin. Di dema dawî de, gotinên wan yên li dijî Rêberê me, axaftina bi telefonê yan jî neaxaftina bi telefonê, tirsa wan a mezin ya ji Rêberê me ye.”

‘GELÊ KURD XWE JI NÛ VE AFIRAND’

Elîf Ronahî destnîşan kir ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan di nava tevahiya mirovahiyê, di nava jinan û civakên têkoşer şûna xwe dîtiye û got; “Lewma eger gelê Kurd 4’ê Nîsanê weke rojbûna xwe, roja vejîna xwe dibîne, ev yek tiştekî nepixandî nîne. Gelê Kurd bi rastiya Rêbertî xwe afirandi ye. PKK jî tevgereke li dora Rêbertî ye. Divê tevahiya gelê Kurd bi zanibe ku dîroka me gelekî xurt e. Hêzeke me heye ku em xwe dispêrin koka xwe, dîroka xwe. Divê em bi hêza xwe bawer bin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê xwe timî çalakiyan bikin. Pîrozkirina rojbûna Rêbertî, bi têkoşînek e bê navber, bi fêhmkirina paradîgmaya Rêbertî û xurtkirina civakbûnê dibe.

Elîf Ronahî bi lêv kir ku Rêber Apo ji bo jina Kurd hebûna jîyanê ye û wiha berdevamî da axiftina xwe; “Rêbertî azadiya jinê û azadiya civakê kir yek. Eger îro ji bo Rêbertî bi sedan, bi hezaran jin û mêr bi rengekî fedayî têkoşin dikin, sedema vê ew e ku Rêbertî cewhera azadiyê, di kesayeta wan de afirandiye.”

‘EM GERÎLA; HETA DAWIYÊ EM Ê TÊBIKOŞIN’

Ronahî got; “Bi navê tevgerê, gerîla û tevgera jinê heta dawiyê emê têbikoşin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe, çi bikeve ser milê me em ê bikin. Lê belê tevî vê yeke; li çar parçeyên Kurdistanê her wiha, jin hemû divê bi rengekî rêxistinî tevbigerin, têkoşîneke rêxistinî bimeşînin û timî çalakiyan bikin. Di 8’ê Adarê û Newrozê de gelê me nîşan da ku çawa xwedî li Rêberê xwe derdikeve. Bi 4’ê Nîsanê re jî divê ev pêngav bê mezinkirin. Eger em îro vê nekin dibe ku sibe em li rewşeke cuda rast bên û êdî tiştên em bikin jî nikaribin gelek encaman biguherîne. Lewma şikandina van pêkanîn û kiryaran hemûyan tenê bi têkoşînê dibe.”

‘DI NAVA HER ŞERT Û MERCÎ DE DIVÊ MIROV LI BER XWE BIDE’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî destnîşan kir ku ev pêvajoye bi têkoşîneke ji rêzê ser nakeve. Di asta herî bilind de di nava her şert û mercî de, divê bi her awayî têkoşîn bê meşandin ûgot: “Di vê pêvajoyê de divê em pêngavê berfireh bikin, mezin bikin û tecrîda mutleq bi dawî bikin. Eger em karibin dawî li vê tecrîda mutleq bînin, hingî em ê teqez bi rêberê azad re Kurdên azad, mirovahiya azad biafirînin.”