“Cîhanê deyînê xwe wiha da!”

96

Jiyan BOZO/Qamişlo

Jinên bekur û rojhilatê Sûrî biryara ku li ser Çîçek Kobanê hatî dayin, ne rast dîtin û dîyarkirin ku ev biryare sûcê li dijî qanûnên mafên mirovan yên navneteweyî ye û bêdengiya raya giştî rexne kirin.

Şervana YPJê Çîçek Kobanê, sala 2019an  piştî êrişên dewleta tirkî û çetêyên wê li ser Girê Spî dîl hatibû girtin. 24.3.2021 dewleta tirkî ya dagîrker bi awayekî ne huqûqî cezayê mûebed lê birîn.

“LI ÇÎÇEK KOBANÊ XWEDÎ DERKEVIN”

Derbarê mijarê de endama Tevgera Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê Ronahî Henan wiha axivî: “Em jinên bakur û rojhilatê Sûrî sûcên dewleta tirkî ya dagîrker yên dijmirovî şermezar dikin. Dîlgirtina heval Çîçek Kobanê û “darezandina” wê sûce. Çimkî di qanûn û pîvanên navneteweyî de, ev yek nayê qebûl kirin. Çîçek Kobanê bi salan ji bo azadkirina jinan, parastina waletê xwe û cîhanê tev, li hember çetên DAIŞ’ê tekoşîn kiriye. Bi vê darezandinê moreke reş, li eniya mirovahiyê didin. Şervanên YPJê li ser erk û xaka xwe bûn. Êrîşê xak û mafê kesekê nekiribûn. Cezayê ku hatî birin, bi hişmendiya faşîst ya Erdogan li dijî tekoşîna jina hatîye birîn.”

Ronahî Henan di dawîya axiftina xwe de bilêv kir ku bêdengî hevhariya dagirkeriya devleta tirkiyê ye û bang li jinan, kesên azadîxwaz kirk u xwedî li Çîçek Kobanê derkevin.”

“JI BO EWLEHIYA CÎHANÊ LI HEMBE DAIŞ’ê ŞER KIR”

Endama Meclisa Çandê ya Şehba Emîne Silêman jî bi bîranî ku Çîçek Kobanê li hemberê çetên DAIŞ’ê, ji bo ewlehî ya cîhanê bi salan şer kiriye û wiha pêda çû; “Parisvanên van destkeftiyan û berpirsiyarê vê berxwedanê em in. Hevrêya me Çîçek, ya ku li ser bingehê fikr û felsfeya azadiya jin û çivakê mezin bûye û têdikoşe, li tirkiyê hate darezandin. Gelo ev edalet e? Bi çi mafî ev biryar, li dijî wê hat girtin. Ji bo Çîçek Kobanê, divê her kes dakeve qadan. Çimkî Çîçek ne ji bo xwe kir, ji bo me tevan kar û xebat kir. Ji ber wê her kes berpirsiyarê rewşa wê ye. Keça kurd ya ku li dijî DAIŞê şer kirî, bi hêz û baweriya xwe cîhan tev parast. Cîhanê jî deyînê xwe wiha da! Dîlgirtin û “darezandina” wê sûcekî dijmirovî ye û pîvanên navneteweyî binpê dike.”

Emîne Silêman axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Dem dema azadî û serkeftinê ye. Dema parastina nirxên jina berxwedêre. Xwedîdeketina li Çîçek Kobanê, xwdîderkitina jiyana azad e. Çîçek Kobanê walatiyeke Sûrî ye divê hukûmeta Sûrî û jinên cîhanê tev li wê xwedî derkevin.”