Li JINWAR çalakî hat lidarxistin

66

Darîn Silê/Qamişlo

Ji bo pîrozkirina roja 8`ê Adarê û salvegera yekêm ya nexweşxaneya “Şifaya Jin” li gundê Jinwar yê Dirbêsiyê di saet 10an de çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de meclisa gundê Jinwar û ya Dirbêsiyê, komîteya Heyva Sor ya kurdî, Kongira Star û endamên Partiya Sûriya Paşroj amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzigirtinê li ser giyanê şehîda dest pê kir.

Derbarê salvegera Şifaya Jin de rêvebera nexeşxanê Cemîla Şetê wiha axivî: “Em salvegera Şifaya Jin li tevayiya jinên cîhanê pîroz dikin. Şifaya Jin encama ked û têkoşîna jinê ye. Di şifa jin de gelek jinan, (jinên dayîk, jinên ciwan û jinên welatên derve) ked daye. Gelek jin jî di Şifa jin de bi dermanên xwezayî hatin tedawîkirin. Avahî û destkeftiyên jinwar bi keda jinê hatiye bidesxistin. Herwiha cejna 8`ê Adarê jî bi berdêl û keda jinê hatiyê bidestxistin, ji ber vê yekê em li hemberî ked û berdêlên hatîn dayîn bejna xwe ditewînin û 8`ê Adarê li jinên giştî pîroz dikin.”

Di çalakiyê de ji bo roja Cejna jinê dayîka Ş. Hevrîn Xelef wiha axivî: “Em cejna 8`ê adarê di serî de li rêber APO, li tevayiya jinên têkoşer, berxwedêr, bi taybetî jinên kurd û dayîkên şehîdan pîroz dikin. ev pênc hezar salin zilm û zor li jinê tê kirin. Ji bo wê dagirkerî û destdirêjiya li ser jinê  emê têk bibin. Di serî de divê em mejiyê xwe azad bikin da em azad bibin. Mejiyekî azad, civakak azad li ser xakeke azad dibe.”

Dayîka Ş. Hevrîn Xelef axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku ev şoreş bi şoreşa jinê tê naskirin dijmin her tim êrişî jinê dike û dixwaze hişmendî û fikrê jinê tune bike. Ji bo wê têkoşîna me ya azadiya jin berdewame heya em bigihên mafê xwe.”

çalakiyê bi stranên koma `Andrea Wolf` bi dawî bû.