Zubeyde ji nebatan rûn û merhemê çêdike

56

Sema Çaglak

Zubeyde Şeker a ku li gundê Zêruga Pasûrê dijî bi nebatên ku berhev dike rûn û merheman çêdike. Zubeydeya ku di zarokatiya xwe de berhemên xwezayê kifş kiriye wiha dibêje: “Çawa ku xweza hilberîner e jin jî hildiberînin. Bi vî awayî ji gelek aliyên jin û xwezayê dişibin hevdû.”

Jin, parastina xweza û çand û mîrateya xwe ji serencama dîrokê de heya roja îro didomîne. Bi vî awayî vehûnandina jiyana xwe re şikl dide û bi xwezayê re hevdu temam dikin. Bi zivistanê re pêdiviya mirovan zêdetir bi nebat û çayên giyayê çêdibe. Jinên ku bi salan in kevneşopiya xwe didomînin, li her deverên herêmê sûdê ji nebatan digirin.

Wê demê em ê berê xwe bidin gundê Zêrug ya girêdayî navçeya Pasûr a Amedê. Zêrug bi dewlemendiya xwezayê xwe ve tê nasîn, bi dîmenên zivistanê ya xweşîk mirovê di bin bandora xwe de dihêle. Her wiha bi nebatên curbicûr jî xwedî axekê dewlemend e. Zubeyde Şeker 39 salî ye û li gundê Zêrugê dijî. Bi hewldana xwe mîrate û çanda jinan a nebatê aniye heta îro.

‘Ji zarokatiyê de bala min li ser nebatan hebû’

Eleqeya Zubeyde ya nebatan hêj di zarokatiyê de dest pê kiriye û wiha behsa xwe ya têkiliya nebatan dike: “Li derdora mala me gelek cûreyên nebatan hene lê min nedizanî ku sûda wan nebatan çi ye. Min ji mezinên xwe pirs kir û bi vî awayî min cûreyên nebatan nas kir. Çiqas ez li ser wan nebatan hûr bûm, min dît ku jixwe ew zanîst di çand û jiyana jinan de hebûye. Wek kevneşopiyek hatiye heta îro. Berê de dayik û pîrên me bi nebatan dermanan çêdikirin. Bal û meraqa min li ser wan mijaran hebû.”

‘Ez xwe di nav xwezayê de dibînim’

Zubeyde anî ziman ku nêzîkatiya jinê ya li ser xwezayê ne tesadûf e û axaftina xwe re wiha berdewam dike: “Çawa ku xweza hilberîner e jin jî, dihilbirîne. Bi vî awayî ji gelek aliyên ve dişibin hevdû. Ez xwe di nav xwezayê de dibînim. Gava xwe temasê xakê dikim, enerjiyek pir baş li ser min çêdibe. Mirov vê hîsê nikare pênase bike. Dewlemendiya axa me gelek zêde ye. Bi saya wê min ewqas berhevkirina nebatan kir û xwest ew tiştê binirxînim. Ji bo ku sûda wê bigihînim civakê. Lê belê dema ku ez nebatan berhev dikim zirarê nadim xwezayê. Divê mirov dema ku nebatê jê dike koka wê bihêle. Ji bo ku jinûve şîn bibe.”

‘Ji nebatan rûn û merhem çêdikim’

Zubeyde berdewamiya axaftina xwe de bal kişand li ser çêkirina rûnê ku ji nebatan çêdike û wiha axivî: “Di destpêkê nebatên ku kom dikim ji kulîlkên wan cuda dixim û wan bi avê dişom. Piştre wan li ber tavê ziwa dikim. Dûvre wan nebatan dixim qevanozekê û rûna zeytûn a pak li ser zêde dikim. Herî dawî jî ew qevanozê datînim ber tavê û 40 roj wisa dimîne. Ji wê pêvajoya çêkirina rûnê re jî meserasyon tê binavkirin. Çêkirina rûnê havîn û biharê dikarim çêkim. Niha jî ji ber sarbûna hewayê min dest bi çêkirina merheman kir. Merheman jî dîsa ji rûnê çêdikim. Rûnên ku di hewayê germ de çêkiribû dixim nav şûşeyekê û ava kelandî dixim ser. Maddeyên ku jê re pêwîst e li ser zêde dikim û datînim cihekî ku xwe bigire.”

‘Berhemên ku çêdikim gelek bal dikişîne’

Zubeyde bilêv kir ku sûd û zanînên xwe yên li ser giyayê jî parve dike û wiha got: “Dixwazim xwe bigihîne her deveran. Dema ku jin karê min a wisa dibînin gelek kêfa wan tê û piştgiriyê didin. Min çawa kifş kir, dixwazim jinên din jî kifş bikin û li ser xweza û giyayan hûr bibin. Li cihê ku em dijîn, hewayek sar e. Loma li gorî hewayê jî em dermanan çêdikin. Ji bo derman û giyayan xwesteka welatiyên gund jî hene. Di aliyê nexweşînên zivistanê û bihêzbûna xweparastina laşe nebat gelek baş tên. Ango wek şîfayê ye. Dermanên ku bi piranî ji nebatan tê çêkirin ji bo nexweşîna jinan e. Jin jî li gorî derfetên xwe wan dermanan pêş xistine.”

Dermana ji bo gurçikan: dirîreş

Zubeyde, derbarê çend nebatan de wan agahiyan da: “Dirîreş, nebatek û mêweyek reş û şîrin ku dara wê bi drî ye. Li her deverên Kurdistanê bi navekê cuda tê pênasekirin. Lewra gelek cûreyên wê hene. Sûda dirîreşê herî zêde ji bo gurçikan baş ê. Her wiha ji bo îltihaba çavan jî baş e û ji bo dermana çav jî divê bê kutan. Yek ji feydeyek wê jî ew e ku ji bo diranan jî baş e. Ji bo ku êşa diranan biçe wê dihelînin û dixin nav pineyek paqij û datînin li ser diranan. Çaya wê nebatê jî ji bo gurçikê wek derman e.”

Depoya vîtamîna C: Şîlan

Zubeyde piştî ku danasîna dirîreşê kir, dara şîlanê nîşanê me da û destnîşan kir ku nebata şîlanê, di bijîşknasî û dermannasî de ji hêla hewandina vîtamîna C yê di dinyayê de riweka herî dewlemend e. Zubeyde berdewamiya axaftina xwe de wiha pêdê çû: “Şîlan payîzê digihêje. Kulîlkên şîlanê jî di dermanên tibî, parfum, ava gulan de tê bikaranîn. Bi taybet jî ji bo xurkitina pergala xweparastinê wek çay û rîçal tê bikaranîn. Şîlan, 60 car ji lîmonê baştir e. Zêde di hewaya sermaye de dikare îdare bike. Niha ji ber hewaya sar bandora wê êdî zêde dibe. Ji bona xwînê gelek baş e. Enfeksîyon û danûstandina bêhnê vedike. Vîtamîna wê ya C zêde ye. Heben wê ez kom dikim bi mehan di bin roj de dimîne. Bi vî awayî bandora wê zêde dibe. Di rojekê de fîncanek çaya wê têrî dike.”

Şifaya ji bo bêhnefişkî û bronşit: Hacacû

Zubeyde herî dawî nebata bi navê hacacû nîşan da û wiha got: “Rengên dermanên xwe ji wê derdixim. Rûnê xwe têdê germ dikim û rengê xwe dide. Ew renga sor çêdike. Kulîlka wê jî ji bo bêhnefişkî û bronşîtê baş tê. Kesên ku kuxika wan zêde hebe ji bo wan kulîlkên wê nebatê dikelînin weke dermane. Di nav kulîlkên wan de avek wek şîrê derdikeve û ew jî tê bikaranîn.”

‘Jin tu carî ji xwezayê qût nebûye’

Zubeyde da zanîn ku sûda nebatan ji aliyê gelek kesan tê zanîn lê belê nikarin vê yekê kifş bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ku hem çand û zanîna jinan winda nebe hem jî ji bo ku şifaya nebatan xwe bigihîne hemû kesan, dixwazim karê xwe berfireht bikim. Gava em dinêhêrin jinan, bi havînê bi karên baxçe û ajalan ve mijûl in.”

JINNEWS